ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-04-2022
21 nîsan, 2022   23:00

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê sersaxiyê ji malbata gerîlaya şehîd Feraşîn re dixwazin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya salvegera 124'an a Roja Rojnamegeriya Kurdî, Yekitiya Ragihandina Azad bi şahiyekê xelatên kedê yên şehîd Mezlûm Bagok belav dike. Şahî li hola Efrîn a bajarê Qamişlo tê lidarxistin, saet 20:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kombûna Rojnamevanên Kurd bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî, merasîmê belavkirina xelatan li "Keleha Kafê" ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî Partiya Çep a Kurd li Sûriyê panelekê bi navê "Rojnamegeriya Kurdî.. Nêrîn û Aso" li bajarê Hesekê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konê berxwedanê ya li qada Şehîd Egîd a Kobanê bi dawî dibe, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî ji Cerablus û heta Babê ya bakurê Sûriyê siyasetekê pêk tîne da ku wan ji herêmên din ên Sûriyê qut bike. Ev yek li beramberî çavên hikumeta Şamê û civata navneteweyî tê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide ewlehî, aramî û projeya neteweya demokratîk ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û got: "Em şer naxwazin, lê berdêl çi dibe bila bibe em ê destkeftiyên xwe biparêzin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cîgirê serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Mihemed Berkel destnîşan kir ku ambargoya ku hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê ferz kiriye ji bo pêkanîna berjewendiyên dewletên din e, her wiha ji bo têkbirina ewlehiya li herêmên Rêveberiya Xweser e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Nivîskarê Kurd Medenî Ferho diyar kir ku xiyaneta PDK'ê ne tenê bi hevkariya wê ya dewleta Tirk a dagirker re ye, lê belê bi hemû dijminên Kurdan re ye. Her wiha got, wê PDK'ê berdêla xiyaneta xwe bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Helbestvanê Kurd Ferhad Merdê bang li hunermend û rewşenbîran kir ku bi nivîs û hunera xwe li dijî komployan rawestin û got: " Dem hatiye em bi hev re li dijî dagirkeriyê rawestin û piştgiriyê bidin berxwedana gerîlayan." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Kobanê û Minbicê êrişên qirkirinê yên hevpar ên dewleta Tirk û PDK'ê şermezar kir û PDK'ê wekî şûrekî di pişta Kurdan de bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hiqûqnasekî êzidî da zanîn ku biryara lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de biryareke siyasî ji bo xizmetkirina ajande û siyasetên dewleta Tirk a dagirker e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Ji bo ku jin karibe bigihîne cihekî bilind, mafên xwe bistîne û armancên xwe pêk bîne pêwîstiya wê têkoşîneke dirêj, nîqaşeke kûr û nakokiyên di navbera redkirin û qebûlkirinê de heye. Her yek ji rojnamgeran dixwaze rastiya ku jin ji têkoşîn û berxwedan dijî derxe pêş û bi rêya rojnamegera Kurd jinan du rêgeh hilbijartin; rêgeha li hember şer û pêvajoya avakirinê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên ku beşdarî meşa li dijî xiyanetê bûne got, siyasetên PDK û dewleta Tirk a dagirker wê nikaribin berxwedana gerîlayan têk bibin. Jinan diya kirin ku ew ê li qadên berxwedanê bin heta ku dawî li xiyaneta li ser xaka Kurdistanê were. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

-22’yê Nîsanê her sal weke Roja Rojnamegeriya Kurd tê pîrozkirin. Rojnamegeriya Kurd bi rojnameya Kurdistanê ku di 22’yê Nîsana 1898’an de li Qahîreyê hatiyê çapkirin dest bi rêwîtiya xwe dike. Di vê rêwîtiya 124 salan de rastî gelek zext û zordariye hatine. Gelek caran dengê wan hatiye çewisandin lê her carê weke teyrê Sîmurgê jinûve xwe ji xweliya xwe afirandiye.

- Îmralî ji navê Emîr Alî fermandarê Osmaniyan tê ku girav ji destê Bîzansiyan derxistiye. Ev girav heta sala 1913’an, gelê Rûm tê de bû. Piştî Peymana Lozanê sala 1923’yan ev girav hatiye valakirin, xelkê giravê derbasî welatê Yewnan bû.Li vê giravê di sala 1935’an de yekemîn girtîgeha vekirî ya li Tirkiyê hatiye avakirin. Girtiyên giravê ji derveyî zindanê, karê zîraetê dikir. Di salên 1960-61’an de serokê Partiya Demokrat û hevalên wî tê de girtî bûn û hatin îdamkirin.

ANHA