​​​​​​​Li Amûdê îxaneta PDK’ê hate şermezarkirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Amûdê xwepêşandanek li dijî "îxaneta PDK’ê" li dar xist û êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

​​​​​​​Li Amûdê îxaneta PDK’ê hate şermezarkirin
21 nîsan, 2022   20:04
QAMIŞLO

Xwepêşandan ji pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li navçeya Amûdê ya Qamişlo derst pê kir, tê de bi dehan endamên ciwanên şoreşger tevlêbûnê û diruşmên "Na ji îxaneta PDK’ê re û bimire îxanet" her wiha diruşmên silavkirina berxwedana gerîla berz kirin.

Xwepêşandan li Qada Şehîd Cîhad a li naverasta Amûdê rawestî û deqeyeke rêz girtin.

Dûvre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Cûdî Zagroz axivî û wiha got: "Em di oxira azadiya gelê xwe û rizgarkirina xaka xwe de dev ji têkoşînê bernadin. Em amade ne li tevahî eniyên li Kurdistanê parastina welat û gelê xwe bikin."

(fr)

ANHA