Hiqûqnasekî êzidî: Lêkirina dîwar ne qanûnî ye, encama biryareke siyasî ye

Hiqûqnasekî êzidî destnîşan kir ku biryara lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de biryareke siyasî û ne rewa ye, ji ber ku parlamantoya Iraqê û serokatiya komarê erê nekiriye.

Hiqûqnasekî êzidî: Lêkirina dîwar ne qanûnî ye, encama biryareke siyasî ye
22 nîsan, 2022   07:12
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Ji Adarê ve hikumeta Kazimî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de bi tevkariya PDK’ê berdewam dike. Dîwar bi dirêjahiya 250 kîlometre û bi bilindahiya 4 metre tê lêkirin da ku peymana di navbera her du aliyan de ku di 9’ê Cotmeha 2020’an derbarê Şengalê de îmze kirine, temam bikin.

/ar/uploads/files/2022/04/22/063908__dsc0259-28large29-28129.webp

Bertekên gel li hember lêkirina dîwar roj bi roj zêdetir dibin, nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê. Gel bi xwepêşandanên girseyî li ser sînor û herêman lêkirina dîwar şermezar dike û dibêje ku lêkirina dîwar pêkanîna planên dewleta Tirk, ajandeyên wê û derqanûnî ye.

Dadgerê Dîwana Edaletê ya Hesekê Tariq El-Êzidî ji ANHA`yê re axivî û da zanîn ku tu rewabûna biryara lêkirina vî dîwarî tune ye ku gelan ji hev dike.

/ar/uploads/files/2022/04/22/063843_dsc_0515-28large29.webp

Tariq El-Êzidî wiha got: "Ev xebat encama biryareke siyasî ye. Ji ber ku ji aliyê parlamentoya Iraqê yan jî meclisa wezîran ve nehat dayîn. Her wiha parlamantoya Iraqê û serokkomariyê erê nekiriye.”

Li ser armanca lêkirina dîwar, El-Êzidî wiha domand: "Armanca wan qutkirina û îzolekirin gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê û Rojava ye, da ku xwestek û planên dewleta Tirk a dagirker pêk werin. Ev dîwar dişibe ya ku Îsraîlê li Fîlistînê lê kiriye."

El-Êzidî diyar kir ku ew û hemû gelên li Kurdistanê lêkirina dîwar red dikin û hikumeta Mistefa Kazimî hişyar kir ku heke lêkirina dîwar berdewam bike dê ji bo pêşeroja Iraqê û gelê wê, karesatan bi xwe re bîne.

Hiqûqnas Tariq El-Êzidî destnîşan kir ku ji mafên gelên xwedî çanda hevbeş e di nava hev de bêyî sînor û dîwar bijîn û sînorê ew parçe kirin nas nekin û wiha got: "Mafê gelê Şengalê ye ku bi derdora xwe re bêyî wan sînoran bijî. Tiştê ku Iraq bi lêkirina dîwar dike binpêkirina mafên gelan di diyarkirina çarenûsa xwe de ye."

Ji bo pêşîgirtina wan hewldanan, Tariq El-Êzidî bang li NY’yê kir ku bi erka xwe rabe û zextê li Iraqê bikin da ku bibe dewleteke demokratîk.

 (fr)

ANHA