Welatiyên Ranya ya Silêmaniyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Welatiyên Ranya bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got, “Tenê yekitiya gelê Kurd û hemû hêzên Kurdistanê dikarin pêşiya êrişan bigirin.”

Welatiyên Ranya ya Silêmaniyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
21 nîsan, 2022   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarê wê PDK li gelek deverên Kurdistanê û derveyî welat didomin. Bi taybet li Başûrê Kurdistanê her ku diçe bertek û nerazîbûn zêde dibin. Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re hatin şermezarkirin. Bi dehan kes tev li bûn. Di çalakiyê de pankartên wêneyên şehîdan li ser û li ser ‘Gerîla rûmeta me ye’hatin hildan.

Di çalakiye de Tara Îbrahîm axivî û diyar kir ku armanca êrişên li ser Başûrê Kurdistanê hatine destpêkirin, dagirkerî û ferzkirina hegemonya leşkerî ya stratejîk a li ser sînorê Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ye û got ku ji bo talankirin û dagirkirina Başûrê Kurdistanê planek metirsîdar e.

Tara Îbrahîm diyar kir ku hinek hêz û aliyên Kurd ji bo berjewendiyên xwe bûne sîxûr û hevkariya dewleta Tirk dikin.

Tara Îbrahîm bang li gelê Kurd kir ku li dijî van planên metirsîdar bibe yek helwest û yekdeng û got: “Tenê yekitiya gelê Kurd û hemû hêzên Kurdistanê dikarin pêşiya êrişan bigirin.”