HPG: 27 dagirker hatin cezakirin

Çalakiyên gerîlayan ên bi pêşengtiya YJA Starê, bênavber dewam dikin. Di encama çalakiyên bibandor ên tîmên gerîla yên bi tevger de herî kêm 27 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

HPG: 27 dagirker hatin cezakirin
21 nîsan, 2022   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berxwedana gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir;

“Çalakiyên hêzên me yên gerîla yên bi pêşengtiya YJA Starê li dijî tevgera berfireh a dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker bê navber dewam dikin. Ji ber şêwazê şerê gerila yê bi tevger, bi bandor û bi gelek taktîkan tê meşandin, derbên giran li dagirkeran tê xistin. Di encama van êrişan de bi giştî 27 dagirker hatin kuştin, 4 dagirker jî birîndar bûn.

Agahiyên berfireh ên derbarê çalakiyên tîmên me yên gerila yên bitevger de yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de ku serweriya bejahiyê dikin, wiha ne:

LI HERÊMA AVAŞÎNÊ;

Roja 20’ê Nîsanê saet di navbera 09:30-10:00 de, dagirkerên ku 5 caran xwestine ber bi Qada Berxwedanê ya Werxelê ve bi pêş ve biçin, tîmên me yên gerila yên bitevger mudaxeleya wan kirine. Piştî pevçûnên dijwar, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.

20’ê Nîsanê saet di 16:00’an de dagirkerên ku dixwestin li derdora Qada Berxwedanê ya Werxelê cih bigirin, ji aliyê hêzên me ve hatin derbkirin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

LI HERÊMA ZAPÊ;

18’ê Nîsanê saet di 13:00’an de dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Tufan bi cih bibin, ji du aliyan ve bi çalakiyên koordînekirî yên gerîlayên me hatine hedefgirtin. Baskê yekemîn ê çalakiya; Piştî ku komeke dagirker xistin bin kontrola xwe, bi çekên giran ew kirin hedef. Di encama lêdanên bi bandor de 3 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Baskê duyemîn a çalakiyê; bi taktîka sûîqestê li dagirkeran xistin, li wir 1 dagirker hat cezakirin.

19’ê Nîsanê saet di 19:00’an de hêzên me bi çekên giran dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahîn kirin hedef û bi bandor li hedefên hatibûn diyarkirin xistine.

Dagirkerên ku 20’ê Nîsanê saet di 08:45’an de xwestin li Qada Berxwedanê ya Kurojahro bi cih bibin, ji her du aliyan ve bi çalakiyên koordînekirî yên hêzên me hatine hedefgirtin. Baskê yekemîn ê çalakiyê; ji nêz ve 3 dagirker kirine armanc û her 3 ceza kirine. Baskê duyemîn ê çalakiyê; 3 dagirker ceza kirine. Di encama vê çalakiyê de 6 dagirker hatine cezakirin.

20’ê Nîsanê saet 09:00’an tîmên me yên gerila yên bitevger li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şemdîn a Kurojahro li dijî dagirkeran çalakiyeke serdegirtinê li dar xistin. Hêzên me dagirkerên li wir xistin bin kontrolê û bi rengek koordîneyî ji 3 baskan ve li wan dane û di demeke kin de ew tarûmar kirine. Baskê yekem ê çalakiyê; Bi bombeyên destan û çekên ferdî çûne ser dagirkeran û 2 dagirker ceza kirine. Baskê duyemîn ê çalakiyê; Bi awayekî bandor li dagirkeran xistin û 5 dagirker ceza kirin. Baskê sêyemîn ê çalakiyê; Bi taktîka sûîqestê dagirker kirine armanc û 1 dagirker hatiye cezakirin. Di vê çalakiya koordînekirî de ku tîmên me yên gerila yên bitevger ku gelek taktîkan di nav hevûdu de û bi awayekî afirîner pêk anîne, derbên giran li dagirkeran xistin, bi giştî 8 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker şeva 20’ê Nîsanê ji bo rakirina leşkerên xwe yên li Qada Berxwedanê ya Kurojahro hatine cezakirin û birîndar bûne, bi helîkopteran ji herêma Barzan a di bin kontrola PDK’ê û ji rêya Amediye-Dêrelokê ya di bin kontrola PDK’ê de hatine. Artêşa Tirk tenê bi piştgiriya PDK’ê kariye kuştî û birîndarên li vê herêmê bi helîkopteran rake û bibe.

20’ê Nîsanê saet 14:20’an de, dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Şehîd Harûn bi cih bibin, ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin û li wan hate xistin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin.

20’ê Nîsanê saet di navbera 07.00-09.20’an de dagirkerên ku xwestin li Kevirêkun a Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi cih bibin ji aliyê hêzên me ve 3 caran bi çekên giran hatin hedefgirtin. Hedefên ku di encama çalakiyan de hatine tespîtkirin, bi awayekî serkeftî hatin lêxistin.

20’ê Nîsanê saet 09:40’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ji aliyê hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran û taktîkên sûîqestê bi awayekî hemwext hatine hedefgirtin û li wan hatiye xistin. Di van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

20’ê Nîsanê saet di 13:30’an de hêzên me ve bi taktîkên sûîqestê û çekên ferdî ve li dagirkerên ku xwestin li Kevirêkun a Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi cih bibin dan. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

20’ê Nîsanê saet 20.00’an de hêzên me bi taktîkên sabotajê li dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Harûn di tevgerê de bûn dan. Hejmara dagirkerên li vir hatin cezakirin nehat zelalkirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ Û BEJAHÎ DIDOMIN

20’ê Nîsanê saet 21:10’an gundê Şiyê yê girêdayî navçeya Dînartê ya navçeya Akrê 3 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.

20’ê Nîsanê saet di navbera 14:30-22:30’an de qadên Girê FM, Girê Bihar û Girê Amediyê yên herêma Zapê bi dehan caran ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusên hatin avêtin û 14 caran jî bi balafirên şer hatine bombekirin.

Di 20’ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusên hatinî avêtin û 7 caran jî bi balafirên şer qada Girê Colemêrgê ya herêma Metîna bombe kiriye.

Di navbera 20 û 21’ê Nîsanê de, Qadên Berxwedanê yên li herêmên Zap û Avaşînê 37 caran bi balafirên şer û obusên ji qereqolên li ser xeta sînor hatinî avêtin hatine bombekirin.