Malbatên şehîdên Efrînê hedefgirtina şehîd Mûsa El-Şewan şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê hedefgirina kesayeta welatparêz Îbrahîm El-Şewan ji aliyê şaneyên DAIŞ`ê ve li bajarokê El-Kerame yê Reqayê  ku di encama wê de şehîd bû, şermezar kir. Her wiha teqez kir ku ew ê şopdarên rêya şehîdan bin.

Malbatên şehîdên Efrînê hedefgirtina şehîd Mûsa El-Şewan şermezar kir
21 nîsan, 2022   16:51
ŞEHBA

Bi dehan malbatên şehîdên ên herêma Efrînê li gundê Babins ê girêdayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek da. Malbatan ala meclisa malbatên şehîdan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan, hildan.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Hêvî Silêman bi zimanî kurdî û endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê Mihmed Wilo bi zimanê erebî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em sûcê ku şaneya terorîst a DAIŞ`ê li dijî malbata şehîd Mûsa El-Şewan pêk anî, di encamê de bavê şehîd, Îbrahîm El-Şewan kir hedef û şehîd xist û xwişka wî Fetîm El-Şewan birîndar kir. Ev sûcê hovane yê derexalqî li dijî malbata şehîdên me, hedefgirtina nirxên gelê me yên pîroz e ku parastina gelên herêmê û pêkhateyên wê kir û paytexta terorê li Reqayê têk bir. Sedema êrişên li dijî gelê me, ew e ku li gel xort û keçên xwe yên QSD’ê li hember terora DAIŞ’û dagirkeriya Tirk sekinîn.

Dewleta Tirk nikaribû zêdetir ji xaka Sûriyê bi destê hêzên xwe weke DAIŞ`ê ku destekê ji sîstemên îstixbarat ên dewletên hegemonîk li herêmê û cîhanê digre, dagir bike. Ji ber wê jî şer û êrişên li herêmên me di demên dawî de zêde kir, her wiha ev sîstem bi siyaseta birçîkirinê û ferzkirina ambargoyan şerê me dike da ku îradeya gelê me bişikîne.

Em bêdengiya navneteweyî ya rêxistin, saziyên hiqûqî, Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê li hember sûcên ku li dijî gelê me yê berxwedêr li tevahî Sûriyê û herêmên dagirkirî bi taybet pêk tên, şermezar dikin. Em banga destwerdana lezgîn dikin ku ev binpêkirin û sûcên ku têne kirin sînordar bibin û hesab ji sûcdaran were xwestin.

Em teqez dikin ku em ê malbat û gelê xwe yên berxwedêr li her deverê biparêzin û em soza berxwedan, hevgirtin û yekitiyê didin ku em ê li hember zihiniyeta şovenîst şer bikin û dagikeran têk bibin."

(bx)

ANHA