​​​​​​​Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li Kobanê êrişî 3 ciwanan kir

Lêşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker li nêzî xeta sînor Kobanê bi awayekî hovane êrişî 3 ciwanan kir.

​​​​​​​Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li Kobanê êrişî 3 ciwanan kir
​​​​​​​Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li Kobanê êrişî 3 ciwanan kir
​​​​​​​Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li Kobanê êrişî 3 ciwanan kir
21 nîsan, 2022   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku hêzên wan her sê kesên ku birîndar bûne, rakirin nexweşxaneyeke bajarê Kobanê.

Bijîşkê ku çavdêriya rewşa wan dike, diyar kir ku ew ji rû û milê xwe birîndar bûne.

Li gorî malpera Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şahidên bûyerê jî piştrast kir ku kesên birîndar bûne li nêzî xeta sînor bûn û leşkerên Tirk li wan xistiye û ji ser hişê xwe çûn, piştre avêtin nav zeviyên çandiniyê.

Bi destpêkirina Şoreşa 19'ê Tîrmehê re û piştî rizgarkirina piraniya herêmên sînor ên bi dewleta Tirk re ji çeteyên DAIŞ'ê, artêşa Tirk a dagirker bi dehan sivîl qetil kirine.

(dx)