Rêxistina Mafên Mirovan bang li NY`yê kir: Erkên xwe bîne cih

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê bang li NY`yê kir ku erkên xwe bîne cih, jiyana welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji topbarana domdar a dewleta Tirk biparêze.

Rêxistina Mafên Mirovan bang li NY`yê kir: Erkên xwe bîne cih
21 nîsan, 2022   12:28
KOBANÊ

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî Kobanê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku civata navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan bê deng e, ji ber wê dewleta Tirk qanûnên navneteweyî û Lihevkirina 4`an a Cinêvê binpê dike.

Rêxistinê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan û jîngehan rawestînin û welatiyan biparêzin.

(şx)

ANHA