Şêniyên Helebê: Hilweşin komployên navneteweyî û xiyaneta Barzanî

Kongra Star a Helebê bi dirûşma “Hilweşin hemû komployên navneteweyî û xiyaneta Barzaniyan, serkeftin ji berxwedana gerîla re” xwepêşandanek li taxa Şêxmeqsûd li dar xist.

Şêniyên Helebê: Hilweşin komployên navneteweyî û xiyaneta Barzanî
Şêniyên Helebê: Hilweşin komployên navneteweyî û xiyaneta Barzanî
Şêniyên Helebê: Hilweşin komployên navneteweyî û xiyaneta Barzanî
Şêniyên Helebê: Hilweşin komployên navneteweyî û xiyaneta Barzanî
Şêniyên Helebê: Hilweşin komployên navneteweyî û xiyaneta Barzanî
Şêniyên Helebê: Hilweşin komployên navneteweyî û xiyaneta Barzanî
21 nîsan, 2022   12:07
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Ji bo şermezarkirina êrişa hevpar a dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kongra Star a Helebê bi dirûşma “Hilweşin hemû komployên navneteweyî û xiyaneta Barzaniyan, serkeftin ji berxwedana gerîla re” xwepêşandanek li dar xist.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye, saziyên sivîl, partî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li xwepêşandanê bûn ku ji pêşiya hola civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir.

Xwepêşandan li Çerxerêya Gulê Selmo ya li rojavayê taxê rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama Kongra Star Amne Xedro axivî û êrişên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê şermezar kirin.

Amne bang li civata navneteweyî kir ku hesabê ji sûcdaran bixwaze û got: “Gerîla destaneke dîrokê dinivîse û ji bo mirov, mirovahiyê û doza Kurd li çiyayan li ber xwe didin. Ji ber wê dewletên emperyalîst li dijî wan şer dikin.”

Amne diyar kir ku gerîla ji bo azadiya gelên bindest li ser bingeha fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin û dê bi ser bikevin. 

Bi navê şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Sultan Mihemed axivî û got xiyaneta PDK`ê ne nû ye û dewleta Tirk a dagirker PDK`ê wek mertal bi kar tîne û ji bo tunekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê ew kiriye şirîka xwe.

Sultan di dawiyê de destnîşan kir ku dê berxwedana gerîla bi ser bikeve û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

(şx)

ANHA