​​​​​​​PYD: Em helwesta ENKS`ê şermezar dikin û li pişta gerîla ne

PYD`ê helwestên ENKS`ê şermezar kir û diyar kir ku piştgiriya berxwedana gerîla ya li hember êrişên qirkirinê yên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê dike.

​​​​​​​PYD: Em helwesta ENKS`ê şermezar dikin û li pişta gerîla ne
21 nîsan, 2022   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Li gel êrişa giştî ya hevpar a dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser gelê me û gerîlayên azadiyê, Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li şûna ku li dijî siyasetên qirkirinê derkeve, partiya me bi şewitandina nivîsgehên xwe û bi terorê tawanbar dike. Ev yek asta hevkariya wê bi dijminên gelê me re xuya dike ku êdî heman zimanê dijmin bi kar tîne û heman tevgerê nîşan dide.

ENKS`ê ku heta niha li dijî dagirkeriya Tirk ku gelek herêmên Sûriyê dagir kirine, tu daxuyanî nedaye û hîna girêdayî Îtîlafê ye, gelek şerm e ku êrişî partiyeke ku şoreşekê bi rêve dibe û bi hezaran şehîd dane, bike.

Li şûna ku sekreteriya giştî ya ENKS`ê ragihîne ku piştigiriya siyasetên dijminane yên li dijî gelê Kurd dike, diviyabû li rex gelê xwe bisekine û bertekên nîştimanî nîşan bide. Bang li PDK`ê bike ku dev ji lihevkirina xwe ya bi dewleta Tirk re berde.

`ÊRIŞ LI DIJÎ HEBÛN Û NASNAMEYA ME YE`

Ev êrişên li dijî çiyayên Kurdistanê êrişên li dijî hebûn û nasnameya me ye, divê em bi vîneke ji pola li hember van êrişan bisekinin. Em bang li hêzên siyasî yên Kurdistanê dikin ku helwesteke cidî li hember kesên bi çarenûs û pêşeroja gelê me dilîzIN û bazaran dike nîşan bidin.

`EM Ê PIŞTGIRIYA GERÎLA BIKIN`

Em ajantiyê û hevkariyê red dikin û helwestên şermok ên ENKS`ê şermezar dikin. Careke din destnîşan dikin ku çawa gerîla piştgiriya gelê me yê li Kobanê, Hewlêr, Kerkûk, Mehabad û Amedê kir, em ê jî piştgiriya berxwedana wan a destanî bikin.

Îro roja parastina rûmet û hebûnê ye. Divê gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê li rex şervanên azadiyê li hember siyasetên xiyanet û qirkirinê bisekinin.”

(şx)

ANHA