Bi hezaran şêniyên Qamişloyê li dijî xiyaneta PDK`ê daketin qadan

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê daketin qadan û êrişa hevkar a PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker a li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê li dijî xiyaneta PDK`ê daketin qadan
21 nîsan, 2022   08:17
 QAMIŞLO

Xwepêşandêran alên Hêzên Parastina Gel (HPG), wêneyên rêber Abdullah Ocalan, gerîla û şehîdên şerê li dijî DAIŞ`ê û artêşa Tirk a dagirker hildan.

Xwepêşandan hîna berderwam e.

Bi destpêkirina êrişên qirkirinê yên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê di 17`ê Nîsanê de, xwepêşand li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek welatên Ewropayê dest pê kirin.

(şx)

ANHA