`Yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ne pêşmerge ne lê hêzên taybet ên PDK`ê ne`

Li ser navê Wezareta Pêşemerge daxuyanî hat dayîn û hat gotin tu hêzên pêşmerge ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve nehatine şandin, hêzên taybet ên PDK`ê ne.

`Yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ne pêşmerge ne lê hêzên taybet ên PDK`ê ne`
21 nîsan, 2022   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Roj News`ê di demekê de ku hêza Zêrevanî û çeteyên Roj hêzên taybet ên PDK’ê ne û ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve xistine nava tevgerê, li ser navê Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin, ti hêzên pêşmerge ber bi herêmên Parastina Medyayê ve nehatine şandin.

Hemwextê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê, PDK’ê jî gelek hêzên xwe yên taybet ber bi sinorê Şêladizê û Dêrelok ku dikevin sinorê Zapê ve xist nava tevgerê. Dîmen û wêneyên van hêzan li ser çapemeniyê hatin belavkirin û nerazîbûnek mezin bi xwere anî.

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, hêzên ku ber bi Herêmên Parastina Medyayê ve hatine şandin, hêzên taybet ên PDK’ê ne, beşek ji wan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerde kirin. Bi ti awayek ne girêdayî Wezareta Pêşmerge ne û wezareta pêşmerge ti agahiyek li ser kar û çalakiyên van hêzên Zêrevanî û çeteyên Roj nine.

Zêrevanî hêzek taybet a PDK’ê ye, çeteyên Roj jî hêzeke ji aliyê PDK’ê û dewleta Tirk ve hatiye avakirin û endamên wê xelkê Rojavayê Kurdistanê ne. Ev hêz ji aliyê MÎT’a Tirk ve tên perwerdekirin û li dijî gelê Kurd tên bikaranîn.

Sê roj piştî destpêkirina êrişa dewleta Tirk, şevê din li ser navê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek hat belavkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, ti hêzek pêşmerge piştî êrişa dewleta Tirk ber bi herêmê ve nexistine nava tevgerê. Di daxuyaniyê de saziyên çapemeniyê jî bi wê yekê tometbar kir ku tometan ji bo pêşmerge çêdikin.

Ev daxuyaniya Wezareta Pêşmerge di demekê de ye ku hêza Zêrevanî û Roj ne girêdayî wezareta pêşmerge ne. Ji beriya niha jî berpirsên wezareta pêşmerge û beşek ji parlementer û endamên komisyona pêşmerge ragihandibûn ku hêza Roj hêzek ne yasayî ye û ji aliyê PDK’ê ve hatiye avakirin.

Cîgirê Serokê Komisyona Pêşmerge ya li Parlementoya Herêma Kurdistanê Osman Sêderî, ji beriya niha ji Rojnews re gotibû, “Hêzên YNK’ê bi ti awayek di nava hêza Roj de nine. Heta niha ti agahiyek me li ser kar û çalakiyên vê hêzê nîne. Ji bo wê her tişta ku ev hêza Roj bike haya me jê nîne.”