Şehîd Zeya Til Temir li Hesekê hate oxirkirin

Li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê endamê Meclisa Parastina Xabûr şehîd Zeya Til Temir bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin.

Şehîd Zeya Til Temir li Hesekê hate oxirkirin
20 nîsan, 2022   11:58
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Hesekê, navçeya Til Temir û gundewarên wê tev li merasîma şehîd Zeya Til Temir bûn.

Destpêka merasîmê YPJ û YPG`ê toreneke leşkerî li dar xist û piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê endama meclisê Cemîle Kako axivî û got: "Em beja xwe li hemberî şehîd Zeya Til Temir ditewînin ku canê xwe ji bo rêya azadiyê feda kir."

Cemîle Kako sersaxî ji malbata şehîd û hevalên wî re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Dûre bi navê Meclisa Parastina Xabûr Madlên Xemîs axivî û got: "Şehîd sembola jiyana hemdemî ne û di dilê me de xwedî cihekî pîroz in."

Madlên Xemîs anî ziman ku divê ew nirxên şehîdan parastina wan kirine, ji bîr nekirin û xwedî lê derkevin. Madlên Xemîs diyar kir ku şehîd Zeya Til Temir mînaka lehengî, israr û fedakariyê bû.

Bi navê Partiya Asûr a Demokratîk Conî Hurmiz axivî û destnîşan kir ku ew îro şehîdekî din ku di oxira parastina welat de canê xwe feda kir, tev li karwanê şehîdan dikin.

Conî Hurmiz soza şopandina rêya şehîd Zeya Til Temir da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Cemîle Kako nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Di dawiya merasîmê de li goristana şehîdan a Til Temir şehîd spartin axê.

Endamê Hêzên Meclisa Parastina Xabûr Zeya Til Temir (Ella Hesen El-Ehmed) 17`ê Nîsanê di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundê Til Şenan ê Til Temirê de şehîd bûbû.

(eh)

ANHA