Li Reqayê kesekî ku dolarên sexte bi kar dianîn hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Hews ê Reqayê, kesekî ku dolarên sexte bi kar dianîn, girt.

Li Reqayê kesekî ku dolarên sexte bi kar dianîn hat girtin
20 nîsan, 2022   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî duh (19`ê Nîsanê) kesekî ku dolarên sextê bi kar dianîn, girt.

Li gorî malperê, li ser agahdarkirina dikandarekî li bajarokê Hews, kemîn danîne pêşiya wî kesî û pê re 600 dolarê sexte hatiye girtin.

Di lêpirsînê de bersûc li xwe mikur hat ku pereyên sexte bi kar tîne û piştre radestî aliyên têkildar hat kirin da ku were darizandin.

(şx)

ANHA