Şahiya Çarşema Sor bi dawî bû; Em ê têkoşînê bidomînin!

Şahiya cejna Çarşema Sor ku vê sibê li gundê Qizlaçox ê Amûdê dest pê kiribû, bi dawî bû. Di şahiyê de teqezî bi berdewamkirina têkoşîna li hember êrişên qirkirinê yên li dijî Kurdan hat kirin.

Şahiya Çarşema Sor bi dawî bû; Em ê têkoşînê bidomînin!
20 nîsan, 2022   12:11
QAMIŞLO

Vê sibê li gundê Qizlaçox ê navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo şahiya cejna Çarşema Sor li dar ket.

Bi sedan êzidiyên herêma Cizîrê, şêniyên herêmê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), rûspiyên êlên Ereb û Kurd, endamên saziyên sivîl tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de ayînên olî yên cejna Çarşema Sor hatin pêşandan. Piştre hevserokên Mala Êzidiyan Silêman Hemo û Leyla Meho axivîn û sersala êzidiyan (Çarşema Sor) li civaka êzidî pîroz kir. Axaftvanan teqezî bi berdewamkirina berxwedanê li hember êrişên qirkirinê yên li dijî Kurdan kir.

Piştre komên şehîd Zerdeşt û Azad Êzîdxan berhemên çanda civaka êzidî, komên Azda Êzîdxan, hunermend Dilbihar, Danîş Botan û Nesrîn Botan stranên xwe pêşkêş kirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

(şx)

ANHA