​​​​​​​Şîroveyên li ser malperên civakî têkildarî êrişa qirkirinê ya li dijî gerîla

Çalakvanan diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê komployeke navneteweyî ye ku dewleta Tirk, Îsraîl, Mistefa Kazimî û Mesûd Barzanî tê de beşdar in.

​​​​​​​Şîroveyên li ser malperên civakî têkildarî êrişa qirkirinê ya li dijî gerîla
​​​​​​​Şîroveyên li ser malperên civakî têkildarî êrişa qirkirinê ya li dijî gerîla
​​​​​​​Şîroveyên li ser malperên civakî têkildarî êrişa qirkirinê ya li dijî gerîla
​​​​​​​Şîroveyên li ser malperên civakî têkildarî êrişa qirkirinê ya li dijî gerîla
​​​​​​​Şîroveyên li ser malperên civakî têkildarî êrişa qirkirinê ya li dijî gerîla
​​​​​​​Şîroveyên li ser malperên civakî têkildarî êrişa qirkirinê ya li dijî gerîla
20 nîsan, 2022   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker bi beşdariya PDK’ê ji 18'ê Nîsanê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê dike. Ev êriş piştî 3 rojan ji hevdîtina serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokê dewleta Tirk a faşîst Recep Tayyîp Erdogan û şêwirmendê îstîxbarata Tirkiyê Hakan Fîdan re, pêk hat.

Li seranserî Kurdistanê, Iraq û Rojhilata Navîn ev êriş rastî nerazîbûnên gel hat, ku bi dehan daxuyaniyên şermezarkirinê ji aliyê partî û hêzên kurdistanî û erebî ve hatin dayîn ku di nav de Komkara Ereban heye.

Gelek çalakvan û siyasetmedarên li Kurdistan û Rojhilata Navîn nerazîbûna xwe li hember êrişa artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşan dan. Em ê çend bertekên çalakvan û siyasetmedaran ên li ser Twitterê parve bikin:

Çalakvan Emîr Kirêmî li ser êrişa hevbeş daxuyaniyek da û bal kişand ser peywendiyên di navbera Erdogan û Mesrûr Barzanî de û got: "Xebatên ku Ramazan Kadirov pêşkêşî Pûtîn dike, Mesrûr Barzanî jî pêşkêşî Erdogan dike."

https://twitter.com/AmirMazdak/status/1516454369264386053

Parlamenterê berê yê parlamentoya Iraqê û endamê Komîteya Darayî ya Federal, Ehmed Hemê Reşîd Ehmed, li ser Twitterê peyamek ji Mistefa Kazimî re şand û wiha got: "Ji dewleta serokwezîrê Iraqê re, eger hûn Başûrê Kurdistanê wekî dewleteke federal di nav Iraqê de dibînin, divê hûn bizanin êrişeke mezin ji aliyê hêzên dewleta Tirk li ser axa dewleta federal heye. We îro civînek bi rê ve bir, lê we behsa êrişê nekir. Ji ber ku hûn Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar in me xwest pirs bikin divê kî xwedî helwest be?"

https://twitter.com/MPAhmedAlHaj/status/1516071640026730498

Çalakvan Mûrad Kurdistanî li ser Twitterê bang li hikumeta Iraqê kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk tevbigerin û got: "Dagirkeriya Tirk derbasî nava axa Başûrê Kurdistanê ya Iraqê dibe, divê hikumeta Iraqê li dijî kiryarên artêşa Tirk tevbigere."

https://twitter.com/Murad_Officiall/status/1516096336835325958

Siyasetmedar Hoşyar El-Ebdullah li ser hesabê xwe yê Twitterê bal kişand ser siyaseta Mesrûr Barzanî û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dema ku li Londonê digeriya êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dikir û got: "Di qada siyasî û dîplomatîk de dema ku li welatekî rewşeke awerta çêdibe, ew berpirs yekser vedigere welêt. Başûrê Kurdistanê rastî êriş û bombebarana dewleta Tirk tê û Mesrûr Barzanî gera xwe ya li Tirkiye û Brîtanya bi awayekî xwezayî berdewam dike, wekî ku serdana wî girîngtir e. Ji xwe kes nizane çima ew li Londonê ye."

Dr. Cewad Kazim Ebid El-Beydanî ku pisporê dîroka Kurdistanê, li ser hesabê xwe yê Twitterê kişand ser berxwedana Hêzên Parastina Gel ya li hember êrişên hevbeş ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û got: "Gerîla di şerê çiya de hêzeke perwerdekirî ye, dikare di şer de derseke exlaqî bide Tirkan. Dewleta Tirk şensê xwe di şerê bi gerîlayan re li zêdetirî welatekî ceriband û di encamê de gerîla biser ket."

https://twitter.com/jawadalbadeny1/status/1516207433651310592

Siyasetmedar, oldar û rewşenbîrê iraqî Îyad Cemaludîn salên di navbera 2005- 2010'ê de bûbû namzetê parêzgeha Zîqarê di Parlamentoya Iraqê de li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Êrişa dewlet Tirk ya li ser bakurê Iraqê ne wekî ku dewleta Tirk dibêje; ji bo tunekirina Partya Karkerên Kurdistanê ye, lê ji bo talankirina petrol û gaza bakurê Iraqê ye. Komployeke navneteweyî heye ku dewleta Tirk, Îsraîl, Kazimî û Barzanî tê de beşdar in û Muqteda jî ji wan ne dûr e."    

https://twitter.com/Ayadjamaladdin/status/1516566709263605763

(dx)