Rojnameyên erebî: Hêzên iraqî li hember êrişên dewleta Tirk bi hêrs in

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî bertekên derdorên Iraqê yên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, hilbijartinên Iraqê û kar û barên Lîbyayê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Hêzên iraqî li hember êrişên dewleta Tirk bi hêrs in
20 nîsan, 2022   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DERDORÊN IRAQÊ LI HEMBER ÊRIŞÊN TIRKIYÊ BI HÊRS IN’

Têkildarî êrişên Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Operasyona leşkerî ya nû ya artêşa Tirkiyê li dijî bakurê Iraqê, rastî nerazîbûnên aliyên fermî û civakî yên Iraqê hat. Bexdayê bi rêya balyozê Enqereyê muzakereyeke protestoyî ji Tirkiyê re şand. Serokkomariya Iraqê jî operasyon wek binpêkirina serdestiya Iraqê û ewlehiya wê ya neteweyî bi nav kir. 

Wezareta Karên Derve ya Iraqê sêşemê balyozê Enqereyê yê li Iraqê Alî Riza Guney vexwend û muzakereyeke protestoyî radestî wî kir, tê de bang li Tirkiyê kir ku dev ji tevgerên wiha yên provokatîf û binpêkirinan berde. Wezareta Iraqê her wiha banga vekişandina hemû hêzên Tirkiyê yên li xaka Iraqê kir.

Serokê Tevgera El-Sadir li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Cîranê me Tirkiye bê maf û bê hincet axa me topbaran kir. Heke xetereyek li ser axa me li dijî wê hebe jî, divê bi hikumeta Iraqê re koordîne bike da ku wê xetereyê bi dawî bikin. Hêzên Iraqê dikarin vê yekê bikin.”

‘IRAQ DÊ DEMA ERKDARIYA BERHEM SALIH Û KAZIMÎ DIRÊJ BIKE’

Girêdayî rojeva Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Li gorî çavkaniyên siyasî yên ji Iraqê, aliyên siyasî yên binakok, peywendiyan çêdikin da ku li ser berdewamkirina desthilata heyî bi awayekî demkî li hev bikin da ku alozî çareser dibe û serokkomarek bê hilbijartin ku dikare serokwezîrek erkdar bike da ku hikumetê ava bike.

Çavkaniyan eşkere kir ku hevbendiyeke siyasî ya nû hatiye avakirin ku ji hêzên sunnî, Çarçoveya Koordînekirî, bloka Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), gelek parlamenterên blokên biçûk û yên serbixwe pêk tê. Ew armanc dikin ku parlamento erkdariya Berhem Salih û Mistefa Kazimî bi awayekî demkî heta 6 mehan dirêj bike, da ku xebatên saziyên destûrê û hikumetê berdewam bikin, xebatan ji iraqiyan re pêşkêş bikin û pabendiyên xwe yên derve pêk bînin.

Di vê çarçoveyê de, Dadgeha Federal biryar da ku erkdariya Berhem Salih dirêj bike heta ku lihevkirineke siyasî li welêt pêk were.

Hemwextî wê, hêzên Çarçoveya Koordînekirî mayîna hikumeta El-Kazimî tevî pêkanîna hinek guhertinan, vebijêrka herî guncaw li gel xitimîna siyasî ya heyî dibînin. Nexasim ku Tevgera El-Sadir ne hevkar e û însiyatîfa çarçoveyê paşguh dike ku bloka herî mezin were avakirin.”

‘LI LÎBYAYÊ REWŞA PARÇEBÛNÊ JI NÛ VE VEGERÎ’

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Aloziya hikumetê berdewam e. li aliyekî din hilberandin û hinartina petrolê kêm bûye, ji ber girtina zeviyên petrolê yên li başûrê rojavayê welêt û taloqkirina hinartina wê ji bendera Ziweytîne ya li rojhilatê welêt.

Serokê Meclisa Parlamenteran Eqîle Salih teqezî bi pêwîstiya dan û standina bi hikumeta bi serokatiya Fetehî Başaxa re kir ku parlamentoyê ew erkdar kiriye. Di xîtaba xwe de, serokê Meclisa Bilind a Dadgehê, Serdozgerê Giştî, gerînendeyê Banka Navendî ya Lîbyayê, serokê Dîwana Hesabxwestinê, serokê Desteya Çavdêriya Îdarî û nûnerê qanûnî yê Desteya Têkoşîn li dijî Gendeliyê muxateb girt ku bi tu awayî bi hikumeta Wehde Wataniye re ya bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe nedin û nestînin.

Çavdêrên xwecih got dûr e ku ew sazî guh bidin perspektîfên serokê Meclisa Parlamenteran, ji ber ku ew karê wan saziyan li Terablusê ye ku desthilata li wir di destê El-Debîbe de ye. Lê ya herî xetere jî, parçebûn e.”

(şx)