Pîrozbahiya Çarşema Sor dest pê kir

Li herêma Cizîrê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor dest pê kir. Ereb û Suryanên herêmê jî beşdarî şahiyê bûne.

Pîrozbahiya Çarşema Sor dest pê kir
20 nîsan, 2022   09:38
QAMIŞLO

Bi boneya Çarşema Sor ku li gorî salnameya rojhilat dikeve çarşema ewil ji Nîsanê, îro Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê li gundê Qizalçox a navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo şahiyek li dar xist.

Bi sedan êzidî bi cil û bergên xwe yên folklorî, şandeyên ji pêkhateyên herêma Cizîrê yên Kurd, Ereb, Suryan, nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, QSD`ê, YPJ`ê, Tevgera Civaka Demokratîk "TEV-DEM", Partiya Yekitiya Demokratîk "PYD", şêxên eşîrên Ereb û Kurdan, endamên saziyên sivîl û civakî beşdarî şahiya pîrozkirina cejnê bûn.

Li gorî komîteya amadekar, di şahiyê de dê bi navê hevserokatiya Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Silêman Hemo û Leyla Miho biaxivin.

Her wiha dê komên Şehîd Zerdeşt û Azda Êzîdxan dîlanên ji çanda êzidiyan û stranan pêşkêş bikin.

(eh)

ANHA