Cibraîl Mistefa: Yên dibêjin li Efrînê sûc tune ne, dixwazin dagirkeriyê rewa bikin

Çalakvanê siyasî Cibraîl Mistefa teqez kir ku qaşo Itîlafa Sûrî û alîgirên wê mîna Ebdulhekîm, tenê alavên ji bo rewakirina dagirkeriya li Efrînê û veşartina sûcên dewleta Tirk in.

Cibraîl Mistefa: Yên dibêjin li Efrînê sûc tune ne, dixwazin dagirkeriyê rewa bikin
20 nîsan, 2022   06:17
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hê jî sûc û binpêkirinan li dijî şêniyên Efrînê pêk tînin. Gelek deste û rêxistinên hiqûqî û herêmî hinek ji van sûcan belge kir.

Dewleta Tirk bi armanca veşartina û rewakirina van sûcan, dest bi bikaranîna Itîlafa Niştîmanî ya Sûrî kir ku ew jî sîwana siyasî ya komên çete ye yên ku Efrînê dagir kirine. Bi taybet jî kesayetên Kurd yên di nava Itîlafê de ku nûnertiya Encumena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) dikin bi kar anî, ku ENKS`ê alîgirê dewleta Tirk û PDK`ê ye.

Ji wan kesayetan cîgirê serokê qaşo Itîlafa Sûrî Ebdulhekîm Beşar ku di rojên dawîn de daxuyandibû ku sûcên li Efrînê pêk tên tenê sûcên yekane yên çeteyan in û ve di çapemeniyê de zêde tên mezinkirin.

Hiqûqnas û çalakvanê siyasî Cibraîl Mistefa der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê, daxuyaniyên têkildarî wan sûcan û sedemên bêdengiya civaka navneteweyî li hembre dagirkirina Efrînê û sûcên ku li wir pêk tên, ji ANHA`yê re axivî.

SÛCÊN QIRKIRINA KOMÎ

Cibraîl Mistefa got dewleta Tirk û çeteyên wê ji dema ku Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de dagir kirine û heta niha bi awayekî sîstematîk sûcan pêk tînin û wiha axivî: "Sûc gihaştine asta sûcên şer û qirkirina komî. Ew yek di raporên navneteweyî de hatiye teqezkirin. Ji wan rapora komîteya lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe ya taybet bi Sûriyê ku raporên xwe pêşkêşî Meclisa Mafên Mirovan a Desteya NY`yê, dike."

Mistefa wiha domand: "Ev sûc ji bo guhertina demografiya kantonê bi temamî, vejandina Mîsaqa Millî û tecrubeya Lîwa Îskenderon tên kirin. Ji wan sûcan, sûcên revandinê ku zêdetirî 8 hezar welatî di nav de jin hatine revandin, bûyerên tecawizkirinê, tundiya cinsî li dijî jinan her wiha pêkanîna sûcên li dijî xwezayî. Her wiha birîn û şewitandina zêdetirî 350 hezar darên zeytûnan û darên din, hilweşandina bi dehan cihên dîrokî li hemû navçe û gundewarên kantona Efrînê. Her wiha avakirina saziyên fêrbûna Îslama radîkal, ferzkirina zimanê tirkî û bazirganiya bi pereyên tirkî."

DAGIRKER BI RÊYA ÇETEYÊN SIYASÎ DIXWAZE XWE BAŞ NÎŞAN DIDE

Têkildarî daxuyaniyên ku dibêjin li Efrînê sûc tune ne, Mistefa destnîşan kir ku ruxmî pêkanîna van sûcan li dijî sivîlan herêmên dagirkirî jî nexasim yên li Efrînê, lê rêveberên qaşo Itîlafa Niştîmanî daxuyaniyên berovajî didin û armanca wan ew e ku van sûcan veşêrin û dewleta Tirk baş nîşan bidin.

Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Ruxmî sûcên ku li herêmên dagirkirî nexasim yên li Efrînê pêk tên, em dibînin ku Ebdulhekîm Beşar daxuyaniyan dide û dibêje ku sûcên li Efrînê ji aliyê hin kesan ve tên kirin. Lê heger mirov li van sûcan, berdewamiya wan û rêbazên pêkanîna wan vegere mirov dibîne ku ev sûc sîstematîk û polîtîk in û armanca wan jenosîd e."

Mistefa wiha pêde çû: "Tevî ku ev sûc di raporên navneteweyî de jî hatine belgekirin, lê belê ENKS`ê û di serî de Ebdulhekîm Beşar derdikevin daxuyaniyan dide û dibêjin ku sûcên li Efrînê sûcên ferdî ne û nabe ku werin mezinkirin. Anku ew dixwazin dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî û guhertina demografiyê li wan herêman, rewa bikin."

Cibraîl Mistefa daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar derewand û got, ew nûnertiya gelê Kurd û gelê Sûriyê nake û wiha dewam kir: "Ew kes xwedî dîrokeke reş e. Ew çeteyekî siyasî ye ne zêdetir. Armanca wî rewakirina dagirkeriyê, veşartina sûcan û propagandekirina siyaseta dagirkeran e."

Mistefa destnîşan kir ku çeteyên siyasî ji çeteyên leşkerî xetertir in, ji ber ku çeteyê siyasî ji bo berjewendiyên dijmin siyasetên qirêj li dijî gelê xwe li hemberî pereyan pêk tîne.

CIVAKA NAVNETEWEYÎ HEVKARA SÛCÊN DAGIRKERAN E

Girêdayî siyasetên dewletên hegemonîk jî, çalakvanê siaysî Cibraîl Mistefa wiha axivî: "Tevî ku ewqas sûc li Efrînê pêk tên, lê civaka navneteweyî bêdeng e. Pirsa ku mirov dikare bike ku civaka navneteweyî der barê van sûcên rojane de çima bêdeng e?

Mistefa piştrast kir ku dewletên hegemonîk tenê li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û ev tişt got: "Me ev tişt dît dema tevgereke ne cidî ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk û sûcên wê li Efrînê nehate kirin û gihaşt heta roja îro. Her wiha çavên xwe ji ser siyasetên guhertina demografiya Efrînê re girtin. Bi vê yekê civaka navneteweyî hevkara sûcên dewleta Tirk e."

Cibraîl Mistefa di dawiya axaftina xwe de de teqez kir ku itîlafa sûrî û hevkarên wî mîna Ebdulhekîm Beşar tenê alavên ji bo rewakirina dagirkeriyê li herêmên dagirkirî, veşartina sûcên dewleta Tirk li wan herêman û şêniyên wan herêman pêk tîne û îşaret pêk kir ku dewletên hegemonîk mîna Rûsya û Amerîka li pey berjewendiyên xwe digerin û wan derfet da aliyê Tirkiyê ku sûcan pêk bîne.

(bx)

ANHA