KNK: Divê PDK tevkariya bi dagirkeriyê re bi dawî bike

Hevserokên KNK’ê Ehmed Karamûs û Zeyneb Murad têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da û bang li PDK’ê kir ku di zûtirîn dem de hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bi dawî bike.

KNK: Divê PDK tevkariya bi dagirkeriyê re bi dawî bike
19 nîsan, 2022   20:48
NAVENDA NÛÇEYAN

ShareTweetE-mailWhatsAppTelegram

Hevserokên KNK'ê Ehmed Karamûs û Zeyneb Murad têkildarî rewşa li Kurdistanê ji raya giştî û çapemeniyê re daxuyanî da.

Ehmed Karamûs diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li dijî gelê Kurd êriş daye destpêkirin û got; “Em weke Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi erk û berpirsiyartiya hestên ji bo berjewendiya neteweyî tev digerîn û bi helwesteke neteweyî dixwazin bîr û rayên xwe ji bo raya giştî re diyar bikin.

Her weke tê zanîn ev çend meh in ku li tevayî cîhanê aloziyeke mezin heye. Hezên weke Tirkiyê weke welateke girêdayî NATO, bi awayekî pêkenokî ji xwe re rol û misyonek veqetandiye. Erdogan bi peymaneke di navbera xwe û hevkarên xwe yên weke PDK, rejîma Baas a Sûriyê û hin rayedarên Iraqî re çêkiriye. Her çend ku nav lê dikin ev êriş li dijî şervanên azadiyê yên PKK'ê ye, ji bo me weke KNK, armanc û hedefa Tirkiyê ne tenê PKK ye, armanca wan ew e ku tevayî Kurdistanê dagir bike. Ji bo dagirkirina tevayî Başûrê welat, bi PDK’ê re li hev kirine ku xwe bigîhîjînin sînorên Mîsaqî Millî. Ev yek jî di tevayî daxuyanî û helwestên wan de bi awayekî eşkere derdikeve pêş. Beriya niha jî gelek caran bi heman armancan operasyonên leşkerî kiribûn, lê bi têkoşîn û berxwedana gerîlayên Kurd ew negihane armanca xwe. Ev êriş bi hevkariya beşek ji hêzên Başûr ên weke PDK û hin rayedarên herêmê dest pê kirine. Tu berjewendiya gelê Kurd di vî şerî de tune ye. Ne tesaduf e ku di heman rojên ku Tirkiye li ser hin navendan êriş destpê kiriye, hêzên Iraq jî êrişî ser Şengalê dike. Ev xeteriyeke pir mezin e ji bo gelê Kurdistanê. Em di serî de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re bi tu awayî rewa nabînin û li dijî berjewendiyên gelê Kurd dibînin û bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikin ku demildest dev ji wan helwestên xwe berdin û ne berjewendiyên malbatî, berjewendiyên gelê Kurd bigrin ber çavan. Ji ber ku tevayî gelê Başûrê Kurdistanê helwestên xwe yên li dijî wan êrîşan diyar kirine û bang dikin ku PDK ne tenê li rex dewleta Tirk ku bi armanca tunekirina gelê Kurd tev digere re, bila li rewşa berjewendiya gelê Kurd bifikire û helwest bigire. Her wiha rêzdar Berhem Salih jî bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe diyar kir, lê tenê daxuyanî têrê nake.

Em weke KNK li ser navê tevayî gelê Kurd, bangewaziya me di serî de ji bo birêz Mesûd Berzanî, Mesrûr Barzanî, Nêçîrwan Barzanî, em bang dikin ku pêwîst e armanc, mebest û stratejiya Tirkiyê baş fam bikin ku tu berjewendiya gelê Kurd di vê êrîşê de nîne. Çi anîn serê Efrîn, Serêkaniyê û gelek herêmên dîtir, bila baş bibînin. Heger Tirkiye bi operasyonan çi anî ser gelê Kurd, lazime baş bizanibin ku heger nebin xwedî helwest, wê zirareke mezin bide gelê Kurd. Ji ber ku wê sibe armanca wan bibe Hewlêr an cihekî dîtir. Pêwîst e ev xeterî ji hêla PDK'ê ve baş were dîtin.

Daxwaziya me ji bo raya gitşî ya gelê Kurdistanê, Partî û rêxistinên civakî ev e ku di zûtirîn wext de li dijî wan êrişan bi hesteke netewî helwest werbigire û daxwaz ji PDK'ê were kirin ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne. Di nava wê konseptê de em tiliya hin welatan jî dibînin. Ji ber wê em bang li NATO, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewrûpa û tevayî welatên ku ji bo demokrasî û parastina mafên mirovan şer û têkoşîn dikin, bila li hember wan êrişên qirkirinê bê deng nemînin û xwedî helwest bin.”

Zeyneb Murad jî wiha dest bi axaftina xwe kir: “Banga me ji bo tevayî gelê Kurd bi taybet gelê me yê Behdînan ev e; diyar e ku ji 17'ê mehê ve bi awayekî hovane êrişeke giran li ser herêmê heye û di heman demê de jî bersivdaneke pir lehengane ji hêla gerîlayên Kurd jî tê dayîn. Her wiha banga me ya taybet ji bo jinan e ku xwedî helwesteke netewî bin. Diyar e ku stratejî û taktîka Tirkiyê dûr û dirêj e û ev yek bi dirêjahiya dîrokê derketiye pêş. Şerxwaziya dewleta Tirk ji bo her kesekî zelal e. Ew trafîka hatin û çûyînê û hin hewldanên xapînokî nikare rastiya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd veşêre. Ew êrişên Tirkiyê di heman demê de mafê rewa ya xweparastinê dide gelê Kurd jî.”

Zeyneb Murad di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman; “Di roja îro de rewşa cîhanê bi taybet şerê Rûsya û Ukrayna ber çavan e. Mafê me ya xweparastinê heye. Tirkiye ew şerê di navbera Rusya û Ukrayna de ji xwe re derfet dibîne ku dîsa ji bo qirkirina gelê Kurd bi kar bîne. Ev yek her wiha binpêkirina serweriya axa Iraqê ye jî. Rast e ku gelek rayedarên Iraq nerazîbûna xwe ya li dijî wan operasyonan diyar dikin, lê pêwîstî bi biryareke fermî heye ku êdî bi tu awayî ev êriş neyên qebûlkirin û bibin xwedî helwesteke diyarker. Ji bo me ya girîng helwest û kiryarên gelê Kurd e. Erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê gel û aliyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê. Bi ruhekî yekgirtî, bi hesteke netewî lazime bibin xwedî helwest. Ji ber ku ev êriş bi armanca qirkirin û têkbirina destekftî û nirxên gelê Kurd e; Tirkiye parastina hebûna xwe dike, hebûna xwe jî di qirkirina gelê Kurd de dibînin. Ji ber ku rewşa cîhanî ya îro mafeke rewa dide gelê Kurd ji bo bibe xwedî statu. Ji bo Kurdan cihê şermezarî û serşoriyê ye ku hêzeke Kurdî li rex dewleta Tirk cih digre. Ev yek cihê xemgînî û fikarê ye û xeteriyeke mezin ji bo gelê Kurd e. Lazime her takeke Kurd bibe xwedî helwest. Ev êrişên dewleta Tirk ji bo herêmê, ne tenê ji bo gelê Kurd xeteriyeke mezin e, ji bo tevayî welatên li herêmê jî xeteriyeke mezin e. Her çar hêlên Kurdistanê bandor dike û lazime li her derê gelê me xwedî helwesteke zelal be. Ji ber ku li ser axa Kurdistanê gelek kêmneteweyên dîtir jî jiyan dikin.”

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad di dawiyê de wiha bang li gelê Kurd û bi taybetî jinan kir, “Lazime em jin bi ruhekî yekgirtî û neteweyî li hember wan êrîşan xwedî helwest bin. Çi li dijî wan êrîşên dagirkariya dewleta Tirkiye dibe, çi li dijî wan siyaseta bêkêr a desthilatdarên herêmê dibe ku bi her awayî ked û tekoşîna jinan jî di wan destkeftiyan de heye xistiye nava xeteriyeke mezin. Em dibînin ku qeyraneke mezin a aborî û pirsgirêkên mezin ên demokrasiyê di herêmê de heye, li şûna ku li riya çareseriyên ji bo wan pirsgirêkan bigerin, ketine rex dewleta Tirk û ketine nava kiryareke pir xeternak û dibin alîkar ji dewleta Tirkiyê re ku êrîşên ji bo qirkirina gelê Kurd dike. Lazime em tevayî jin xwedî li nirxên xwe derbikevin û bi awayeke hestiyar li rewşê binêrin.

Her wiha em wan êrîşên li ser Şengalê jî ku di heman dema ku Tirkiye êrîşî ser herêmê dike, em bi tundî şermezar dikin. Daxwaziya me ya sereke hem ji bo hikumeta Iraq û hem ji bo aliyên peywendîdar eve ku dest ji van êrîş û alîkariya bi dewleta Tirk re berdin. Ji ber ku Şengal sembola gelê Kurd e. Şengal hîna birîna xwe nepêçaye. Lazime cîhan jî bêdeng nebe. Ma çi ferqa di navbera Ukrayna û gelê Kurd de heye ku cîhan li hember kuştina gelê Kurd bêdenge. Çawa dikarin bipejirînin ku qaşo Tirkiye xwe weke welateke navbeynkar ji bo rawestandina şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de diyar dike, lê di heman demê de jî bi armanca qirkirin û têkbirina gelê Kurd bi awayeke herî hovane êrîş dike û kes dengê xwe jê re nake.

Em dubare bangewaziya xwe ji bo tevayî gelê Kurd dikin ku bi ruhekî netewî xwedî helwesteke zelal bin û lazime li nirx û berjewendiyên gelê Kurd xwedî derbikevin û ji bo bidestxistina derfetên mezintir bixebitin.”