​​​​​​​Xerîb Hiso: PDK’ê li ser Kurd û Kurdistanê xeteriyeke mezin e, divê hesab jê were xwestin

Xerîb Hiso da zanîn ku plana hevbeş a dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê xeteriyeke mezin li ser tevahî gelê Kurd û Kurdistanê û pêşeroja wî çêdike û got: "PDK’ê sûcan li dijî gelê Kurd pêk tîne, zemînekê ji dagirkerî, çete û belavkirina aloziyê li Kurdistanê amade dike."

​​​​​​​Xerîb Hiso: PDK’ê li ser Kurd û Kurdistanê xeteriyeke mezin e, divê hesab jê were xwestin
20 nîsan, 2022   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN –EKREM BEREKAT

Artêşa Tirk a dagirker bi tevkariya PDK’ê êrişên dijwar li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tînin. Ev êriş piştî 3 rojan ji civîna di navbera serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serokê dewleta Tirk a faşîst Recep Teyyîp Erdogan û serokê MIT’a Tirk Hakan Fîdan de dest pê kirin.

Piştî êrişa hevbeş a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, artêşa Iraqê êriş li dijî Şengalê û nuqteyên YBŞ û YJŞ'ê li gundê Sekîniyê kirin.

Der barê mijarê de, Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso da zanîn ku êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di çarçoveya planekê de têne kirin ku ji demekê ve amadekariya wê hatibû kirin.

Li ser hevdîtina dawî ya di navbera Mesrûr Barzanî û Erdogan de ku bi beşdariya serokê MIT’a Tirk Hakan Fîdan pêk hatibû, Xerîb Hiso wiha got: "Tevahî gelê Kurd û hêzên siyasî piştrast kir ku piştî civînê dê êrişek çêbibe. Civînên dewleta Tirk bi PDK’ê re êdî bûne rûtîn, ji bilî plana êrişên mezin li dijî vîna gelê Kurd di şexsê Tevgera Rizgariya Kurdistanê de li Başûrê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê, Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê, tiştekî hevbeş di navbera wan de tune ye."

‛PDK’Ê DI SÛCÊN XWE DE BI ISRAR E’

Hiso diyar kir ku plana hevbeş a dewleta Tirk û PDK’ê de xeteriya mezin li ser gelê Kurd, Kurdistanê û pêşeroja wî çêdike û wiha domand: "PDK’ê li dijî gelê Kurd sûcan dike. Tevî bangên dubare, lê PDK’ê di sûcê xwe yên li dijî vîna gelê Kurd de bi tevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re israr e."

Hiso eşkere kir ku PDK’ê rasterast di êrişên dawî yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de beşdar e û tişt anî ziman: "PDK’ê zemînekê ji dagirkerî, çeteyan û afirandina aloziyan li Kurdistanê ava dike. Ev ji her kesî re eşkere. Her kes sûcên ku PDK’ê dike, dizanin. Hemû dizanin ku kî dewlet Tirk diparêze û destekê didiyê, ew jî PDK’ê ye."

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso diyar kir ku qonaxa ku gelê Kurd tê re debas dibe, qonaxeke hestiyar û çarenûsî ye û wiha pê de çû: "Cîhanê bi şeran re mijûl e û dewleta Tirk a dagirker mijûlbûnê fersend digire. Tevî dewleta Tirk a dagirker mijûlbûna cîhanê fersend digire, lê erêkirina êrişkirinê ji aliyên navneteweyî û herêmî wergirt. PDK’ê jî erêkirina beşdarbûna di van êrişan de ji hin dewletên Ewropa wergirt."

‛TIŞTÊ TÊ XWESTIN, SERHILDANA GEL LI HEMBER PLANÊN HEVBEŞ E’

Hiso îşaret pê kir ku êrişên dewleta Tirk ên bi beşdariya PDK’ê krîzê kûrtir dikin, rê li pêş çareserkirina doza Kurd ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê û gelê Kurd ji bo wê tê dikoşin, digirin.

Xerîb Hiso bi domdarî got: "PDK’ê bi tevkariya di êrişan de, rê li pêş hemû rêgehên çareserkirina doza Kurd digire. Di demekê de ku gelê Kurd ji bo mafên xwe tê dikoşe, PDK’ê van mafan bin pê dike. Ji ber wê divê em ji plana qirêj a dewleta Tirk û beşdariya PDK’ê di vê planê de hişyar bin."

Hevserokê TEV-DEM' da zanîn ku plana dewleta Tirk a bi tevkariya PDK’ê ne tenê li ser gelê Kurd xeteriyek e, di heman demê de li ser tevahî gelan û pêkhateyên Kurdistanê jî xeter e û ev tişt got: "Tişta niha tê xwestin, serhildana gel li hember vê planê, bilindkirina asta têkoşînê, girtina helwesteke xurt li hember PDK’ê ku siyaseteke dijberî berjewendiyên gelê Kurd û tevahî gelên ji bo demokrasiyê tê dikoşin."

‛TEVKARIYA KARESATÎ YE’

Li ser navê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso bang li tevahî sazî, rêxistinên saiysî, hiqûqî, sivîl, civakî, jin, ciwan û civaka Kurd kir ku helwesteke xurt û zelal li hember tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re nîşan bidin û ev tişt anî ziman: "Divê helwesteke were nîşandan ku PDK’ê ji hembêza dewleta Tirk a dagirker derkeve. Ji ber ku tevkariya bi dijminê re tenê wêrankirinê tîne. Ev tevkariyeke karesatî ye. Di encama vê tevkariyê de çiyayên Kurdistanê tên bombebarankirin."

Li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker Hiso wiha anî ziman: "Dewleta Tirk siyaseta qirkirinê li dijî me pêk tîne. Li Efrînê û guhartina demografîk ku artêşa Tirk pêk tîne binêrin, avahiyên mêtingehiyê ava dike, siyaseta qirkirinê li dijî gelê Bakurê Kurdistanê pêk tîne, Şengal û Mexmûrê bombebaran dike. Ev qirkirineke ku li dijî gelê me tê kirin. Ji van hemû bûyeran çi sûd ji gelê Kurd re heye ku heta PDK’ê bi dagirker re tevkar be? Ev tevkarî ne layiqê vîna gelê Kurd e, ji ber wê divê em li hember vê tevkariyê bisekinin."

‛DEM HATIYE KU HESAB JI PDK’Ê WERE XWESTIN'

Xerîb Hiso da zanîn ku çarenûsa tevkariya bi dijmin re têkçûyîn e, di dîroka kurdan de bûyerên dişibin vê yekê tijî ne û PDK’ê li dijî kurdan sûcekî dike. Hiso wiha berdewam kir: "PDK’ê û tevahî partiyên Kurd dîrok xwendine û baş dizanin. Dema hatiye ku hêz, partiyên Kurd û Kurdistanê PDK’ê ku bi destkeftî û serkeftinên gelê Kurd dilîze muhasebe bikin."

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso di dawiyê de behsa êrişa li ser Şengal kir wiha got: "Ev êriş parçeyek ji plana dewleta Tirk e. Ev jî nîşan dide ku hikumeta Iraqê ne xwedî vîn e û azara krîzê dikişîne. Hikumeta Iraqê kete xefka planên dewleta Tirk û li dijî vîna civaka êzidî disekine da ku vîna wê bişikîne."

(fr)

ANHA