​​​​​​​Goran ji parlementoyê xwest ku helwesteke zelal nîşan bide

Fraksiyona Tevgera Goran ya li Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê daxwaznameyek da parlementoyê ku tê de xwest ku helwesteke zelal li hemberî êrişên dewleta Tirk yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê bide.

​​​​​​​Goran ji parlementoyê xwest ku helwesteke zelal nîşan bide
19 nîsan, 2022   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN 

Fraksiyona Tevgera Goran a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê ragihand ku çend care balafirên şer ên Tirkiyeyê serweriya xaka Başûrê Kudistanê û Iraqê derbas dike û bi topbarandina deverên Herêma Kurdistanê  gund tên wêrandkirin û ziyan bi aboriya çandiniyê dikeve.

Fraksiyona Tevgera Goran diyar kir ku şer çareseriyê nayîne û wiha berdewam dike: “Divê li Herêma Kurdistanê û Iraqê helwesta saziyên rewa bi eşkere û zelal bin. Bi nêzîkbûnên hizbî danûstandinê li gel vê pirsgirêkê nekin. Ji ber ku ev mijarek nîştimanî, neteweyî û serwerî ye.”

Fraksiyona Tevgera Goran di daxwaznameya xwe de daxwaz ji saziyên rewa yên Başûrê Kurdistanê dike ku weke dijberiya şer û pêkanîna aştî û amariya ji bo herêmê, rêzdariya ji bo mafê mirovan û mafê gelan, helwest hebe.