Bertekên li dijî dagirkerî û xiyanetê didomin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cuda hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re di êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin û hate gotin ku gelê herêmê wê li hember siyasetên qirkirin û îxanetê bêdeng nemînin.

Bertekên li dijî dagirkerî û xiyanetê didomin
Bertekên li dijî dagirkerî û xiyanetê didomin
Bertekên li dijî dagirkerî û xiyanetê didomin
Bertekên li dijî dagirkerî û xiyanetê didomin
Bertekên li dijî dagirkerî û xiyanetê didomin
Bertekên li dijî dagirkerî û xiyanetê didomin
Bertekên li dijî dagirkerî û xiyanetê didomin
19 nîsan, 2022   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertekên li hemberî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK'ê re li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

QAMIŞLO

Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Komeleya El-Selam a Mirovî Zeyneb Hecî ve li qada akademiya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk ya li bajarê Qamişlo hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi dijwarbûna şerê hêzên hegemonik re ku serweriya xwe ferz bikin û hebûna xwe berfireh bikin, nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hin hêzên herêmî rewşên cîhanî keysbaz dikin da ku planên xwe pêk bînin, zêdetir mafên mirovan binpê bikin û hemû statuyên ku banga azadî, wekhevî û bidestxistina mafên rewa dikin, têk bibin."

Her wiha hate diyarkirin ku hikumeta dewleta Tirk a faşîst di bin perdeya Îslamê de êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê dike û ev êriş bi binpêkirina mafên gelê Kurd û HPG'ê yên ku Başûr ji destwerdanên derve diparêze, bi nav kir.

Kongreya Civaka Îslama Demokratîk destnîşan kir êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrişên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê, avakirina dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de, êrişên cihên olî, mizgeftên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ambargoya ku Ii ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya ji aliyê hikumeta Şamê ve tê ferzkirin bi hev ve girêdayî ne û got: "Ev dide diyarkirin ku hêzên hegemon ev êrişên bi armanca tunekirina kurdan, erê kirine."

Di dawiyê de bang li oldaran û li civaka navneteweyî  hate kirin ku helwesteke xurt û cidî ji binpêkirinên ber çav ji pîvan û zagonên navneteweyî re, eşkere bike.

DÊRIK

Meclisa navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ji aliyê Hevserokê meclisê Mihemed Ebdurehîm  ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk dixwaze sûdê ji bêaramiya cîhanî bigre da ku destkeftiyên gelê Kurdistanê têk bibe.

Her wiha hate got, dewleta Tirk li gel mijulbûna cîhanê bi dosyayên siyasî û aborî, bi rêya çeteyên herêmî û hevkariya bi PDK`ê, hikumeta Kazimî û rejîma Şamê re dest bi pêngaveke nû ya êriş û dagirkirinê li tevahî herêmê Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kiriye.

Meclisê hevkariya PDK`ê di êrişan de şermezar kir û destnîşan kir ku hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re îxaneke din e ku li rêzexiyanetên wê yên li gelê Kurdistanê li tevahî cîhanê zêde dibe.

MINBIC

Girêdayî mijarê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Qanûnsaz Sîham Hemo ve li pêşiya avahiya rêveberiyê hate xwendin.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de got:  "Roj, meh û sal derbas dibin ku projeya neteweya demokratîk geş dibe û mezin dibe. Her gavekê pêşde biçin kîna dijmin zêde dibe, ji ber ew dizanin ku proje xeteriyê li ser berjewendiyên wan çêdike û li pêşiya çavnebariya wan dibe asteng."

Her wiha hate diyarkirin ku hikumeta Erdogan bi êrişên xwe yên domdar dixwaze pêşketina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

TEBQA

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê jî daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endamê tevgerê Mihemed Mislim ve li pêşiya navneda ciwanan hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bêdengiya cîhanê ya Ii hember êrişên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate şermezarkirin û hate gotin ku PDK'ê bi hevkariya xwe careke din xiyaneta xwe ya li gel û xaka îsbat dike.

Ciwanan piştgiriya xwe bi berxwedana gerîla re nîşan da û got: "Em ê her tim di aştî û di şer de û di hemû rewşan de bi gerîla re bin heta ku azadiyê bi dest bixin û hemû kesên ku hewl didin dest deyin li se gelê me û xaka me tune bikin."

KOBANÊ

Ciwanên PYD`ê yên herêma Firatê jî li pêşiya navneda partiyê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Ciwanên PYD`ê yê Kobanê Mihemed Mihemed ve hate xwendin.

Ciwanan gotin, dewleta Tirk û malbata Barzanî careke din êrişî çiyayên Kurdistanê dikin û armanca wan ji vê yekê ewe ku îradeya gelê Kurd bişkînin, lê bila her du baş bizanibin ku tu carî nikare îradeya gerîla û gelê me bişkîne.

Her wiha destnîşan kir ku ji zêdetirî 50 salî ku hêzên gerîla li hember dewleta Tirk û îxanetê şer dike û têdikoşe û dê yek gavê paşde navêje.

EYN ÎSA

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Girê Spî daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê berdevka meclisê Fîdan Mistefa ve hate xwendin.

Meclisê êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got, planên ku hikumeta Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê pêk tîne,  peymana parçekirinê ya "sykes picot" tîne bîra mirov ku Kurdistan parçe kir.

Meclisê li dijî êrişên dewleta Tirk û ji bo piştgiriya berxwedana gerîla banga seferberiya giştî kir.

ŞEHBA

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê li pêşiya navenda tevgerê ya li navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên tevgerê Emîne Hec Ebdo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk bi hevkariya PDK`ê hate şermzarkirin û hate diyarkirin ku ew bersiva ziyanên mezin ku HPG`ê gihand artêşa Tirk li herêma Avaşîn, Zindora û Heftanînê ye.

HEELB

Tevgera Hîlala Zêrîn li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jî çalakiyek lidar xist.

Çalakî li navenda tevgerê ya li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ji rêveberên Tevgera Hîlala Zêrîn Rengîn Ebdo axivî, hevkariya PDK`ê bi artêşa Tirk re şermezar kir û got ev êriş dê têk biçin.

Rengîn Ebdo diyar kir ku dê destekê bidin berxwedana gerîla ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û PDK`ê.

Paşê koma Şehîd Vejîn stranên şoreşgerî û stranek bi navê "Em bazên zagorsa ne", got.

(bx)

ANHA