​​​​​​​Xelkê Şengalê li derdora Asayîşa xwe kom bûne

Xelkê Şengalê jî li hemberî van êrişên artêşa Iraqê li navendên Asayîşa Êzîdxanê kom bû û xwedî li berxwedana zarokên xwe derket

​​​​​​​Xelkê Şengalê li derdora Asayîşa xwe kom bûne
19 nîsan, 2022   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Şengalê dorpêç û êrişa artêşa Iraqê îro jî li seranserê Şengalê berdewam kir û li hin cihan dem dem pevçûn derketin. Îro liv û tevgera artêşa Iraqê herî zêde li başûrê Çiyayê Şengalê çêbû, ji dane sibehê heya dane nîvro ji gundê Sikêniyê-Rezka-Heyalê heta Geliyê Şilo dem dem şer derket.

Welatiyên Şengalê li dora meclis û asayîşê kom bû

Li hemberî van hemû êrişan welatiyên Şengalê jî îro li gelek gund, komelgeh û navçeyan ji bo piştgiriya berxwedana Asayîşa Êzîdxanê daket kolanan.

Li navenda Şengalê ku artêşa Iraqê rêyên sereke girtine, gel di saetên sibehê de li Meclîsa Gel a Şengalê kom bû û ji vir bere xwe da navenda Asayîşa Êzîdxanê. Di serî de dayikên Êzidî, Şengalî diyar kirin ku eger pêwîst be ewê jî ji bo parastina Şengalê çek rakin û tevlî zarokên xwe li ber xwe bidin.

Li komelgeha Xanesorê jî gel ji bo piştgriya berxwedana Asayîşa Êzîdxanê li navenda asayîşê kom bû û pişt re li ber Meclîsa Gel a Xanesorê daxuyanî dan.