Şêniyên Helebê pêşnûmeya Hevpeymana Civakî nîqaş kirin

Meclîsa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê civînek ji bo nîqaşkirina pêşnûmeya Hevpeymana Civakî li dar xist.             

Şêniyên Helebê pêşnûmeya Hevpeymana Civakî nîqaş kirin
Şêniyên Helebê pêşnûmeya Hevpeymana Civakî nîqaş kirin
Şêniyên Helebê pêşnûmeya Hevpeymana Civakî nîqaş kirin
Şêniyên Helebê pêşnûmeya Hevpeymana Civakî nîqaş kirin
Şêniyên Helebê pêşnûmeya Hevpeymana Civakî nîqaş kirin
19 nîsan, 2022   13:24
HELEB- MIHEMED EBDO

Di çarçoveya rêzecivînên ji bo nîqaşkirina pêşnûmeya Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser de, Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi amadebûna endama Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî Zelal Cîgar civînek li dar xist.  

Civîn li hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, berpirsên her du taxan û bi sedan şêniyên bajarê Helebê hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2022/04/19/121316_zlal-jkr.webp

Di civînê de pêşnûmeya Hevpeymana Civakî  ji aliyê rêveberekî Akademiyên Civaka Demokratîk Şêx Ehmed ve, hate xwendin.

Di pêşnûmeyê de aliyên rêxistinî û sazûmaniya wê, aliyên meslekî bi hemû şaxên wê yên perwerdehî, aborî, ewlehî û dadgerî hebûn.

Piştî xwendina pêşnûmeyê, beşdaran nêrînên xwe li ser pêşgotina pêşnûmeya Hevpeymana Civakî û hûrgiliyên wê anîn ziman. Hin ji wan pêşniyaran guhertina hin şertên ku di pêşgotina Hevpeymana Civakî de cih digirin û hin ji wan destnîşan kirin ku bikaranîna peyva gel ji peyva gelan zêdetir yekitiya pêkhateyan nîşan dide û gelek hûrgulî lêkolîn kirin.

Her wiha pirs li ser dayîna mafê her bajarok, tax û yekîneyeke îdarî ji bo tevlîbûna Rêveberiya Xweser, bi şertê ku rêveberî vê yekê qebûl bike,  li gel wê jî divê dabînkirina tenduristî ji karkeran, beşa kedkaran re pêk were, xwendin mecbûrî be, ji ber rêbaza pêşketina pêşeroja gelan e.

Di civînê de endamê Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî Zelal Cîgar bersiva hemû pirsan da û destnîşan kir ku pêşnûme di pêvajoya pêşveçûnê de ye, lê bi zimanekî zelal hatiye nivîsandin.

Zelal Cîger da xuyakirin ku Hevpeymana Civakî zemîna avakirina destûreke demokratîk a berfireh ji bo Sûriyeke demokratîk e, her wiha piştrast kir ku wan ji bo parastina mafên hemû pêkhate, baweriyên olî û partiyan xebat kirine, ku azadî û daxwazên takakesî berî her tiştî bi awayekî ku li gorî berjewendiya giştî be.

Civîn bi wergirtina têbinî û pêşniyarên hemû beşdaran bi dawî bû, ku bi rêya raporeke berfireh ji bo lêkolînê pêşkêşî civîna komîteya biçûk bê kirin.

(dx)

ANHA