Tevgera Azadî li dijî dagirkerî û xiyanetê bang li hêzên kurdî kir

Tevgera Azadî bi daxuyaniyekê ragihand, eger hêzên Kurd alîkariya dewleta Tirk nekin, ti carî dewleta Tirk di êrişên xwe de sernakeve. Tevgera Azadî bang li hemû aliyên Kurd û hêzên Iraqê kir da ku bi hevre dijî dagirkerî û xeta xiyanetê rabin.

Tevgera Azadî li dijî dagirkerî û xiyanetê bang li hêzên kurdî kir
19 nîsan, 2022   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li baregeha xwe ya li bajarê Silêmaniyê, derbarê êrişa dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek çapemeniyê da.

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulla axivî û da zanîn ku li gorî wan komployek mezin li ser gelê Kurd birêve diçe û gelê Kurd di qonaxek çarenûsî deye. Mihemed got ku bêdengiya heyî tê wateya teslîmbûnê, tenê rêyek heye ew jî yekîtî, yekhelwestî û berxwedane.

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed wiha dewam kir; “Vê carê jî malbata Barzanî weke her carê, bûne hevkarê dewleta Tirk. Dixwazin hêza partiya xwe, hebûn û desthilata li Herêma Kurdistanê heyî, bixin bin xizmeta dewleta Tirk. Serdana Mesrûr Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê, êrişên dewleta Tirk hîn zêdetir zelal dike.

Ger hêzên Kurd alîkariyê nekin, ti carî dewleta Tirk di êrişên xwe bi ser nakeve. Dîrok şahide, her tim Tevgera Kurd gihiştiye asta pêşektin û nêzî serkeftinê bûye. Ev malbat buye beşek ji plana dagirkeran ya dijî doza rewa ya gelê Kurd û hemû beşên Kurdistanê.

Em bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin, xwedî helwest bin û bêdengiyê bişkînin. Li dijî dagirkerî û xeta xiyanetê eniyek pêkbînin. Em bang li hemû hêzên bi navê pêşmerge dikin, nebin beşek ji êriş û dagirkeriyê. Erkê pêşmerge parastina gel û nîştimanê ye. Berê tifenga xwe bidin dijmin, nedin xwişk û birayên xwe.

Bang li aliyên di nava hikumet û parlamentoya Herêma Kurdistanê de dikîn, rê li PDK’ê bigrin ku bi tena serê xwe biryar li ser çarenûsa Herêma Kurdistanê dide. Ji ber ku ya ku ji dest diçe, statûya Herêma Kurdistanê ku ew jî destkeftiya hemû Gelê Kurde. Ne ya mala Barzane. Bang li hemû hêzên Iraqê dikîn, dagirkeriya li ser herêma Kurdistanê binpêkirina serweriyaxak Iraqê ye. Divê neyê qebûl kirin.”