Li Şehbayê bi deh hezaran PDK'ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir

Li Şehbayê bi deh hezaran kes daketin qadan, xiyaneta PDK'ê şermezar kir û piştgiriya xwe bi berxwedana gerîla re nîşan da

Li Şehbayê bi deh hezaran PDK'ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir
Li Şehbayê bi deh hezaran PDK'ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir
Li Şehbayê bi deh hezaran PDK'ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir
Li Şehbayê bi deh hezaran PDK'ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir
Li Şehbayê bi deh hezaran PDK'ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir
Li Şehbayê bi deh hezaran PDK'ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir
Li Şehbayê bi deh hezaran PDK'ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir
Li Şehbayê bi deh hezaran PDK'ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir
Li Şehbayê bi deh hezaran PDK'ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir
19 nîsan, 2022   13:49
ŞEHBA

Bi pêşengtiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bi dehhezaran kes daketin qadan, hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şermezar kirin, her wiha berxwedana gerîla silav kir.

Meş ji rêya sereke ya di navbera navçeya Ehdas û gundê Til Qerah de dest pê kir. Di meşê de alên PKK, Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, pankartên şermezarkirina xiyaneta PDK'ê û silavkirina berxwedana gerîla hatin hildan.

Meş ber bi kolanên sereke ve geriya û qada kampa Serdemê ya li gundê Til Sosîn veguherî mîtîngê.

/ar/uploads/files/2022/04/19/124920_khlyl-aysw.webp

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Xelîl Îso axivî û got, daketina qadan bersiva herî xurt a li hemberî dagirkeriya Tirk û xiyaneta PDK'ê ye û wiha domand: "Dîrok wê xiyaneta malbata Barzanî binivîsne, wê malbatên şehîdan û zarokên wan vê xiyanetê ji bîr nekin. Wê rojek were û malbata Barzanî ji ber vê xiyanetê were hesabxwestin."

/ar/uploads/files/2022/04/19/124955_shathyh-abrahym.webp

Bi navê Meclisa Kantona Efrînê Şadiya Îbrahîm jî got: "Her car ku dewleta Tirk a dagiker êrişî gerîla dike, gerîla derbên giran lê dide û wê neçar dike ku bireve. Careke din dewleta Tik bi desteka malbata Barzanî êrişî gerîla dike."

Şadiya Îbrahîm destnîşan kir ku cîhan, gelê Kurd û malbatên şehîdan dibînin ku çawa malbata Barzanî li kêleka dewleta Tirk disekine û destekê dide qirkirina kurdan.

Şadiya Îbarahîm piştgiriya xwe bi berxwedana gerîla re nîşan da û got: "Em şêniyên Efrînê ji Şehba heta çiyayên Kurdistanê amade ne berdêlan bidin û di şerê li dijî dagirkeriyê de li kêleka zarokên xwe disekinin."

Mîtîng bi berzkirina diruşmeyên şermezarkirina xiyanetê û silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

ANHA