​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan banga serhildanê li gelê Başûr kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê siyaseta PDK`ê û hevkariya wê ya di lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan banga serhildanê li gelê Başûr kir
18 nîsan, 2022   12:19
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniyekê avakirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de bi destê hikumeta Iraqê bi hevkariya PDK`ê, şermezar kir.

Bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan li pêşiya navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûdê kom bûn. Endama rêveber a meclisê Roşan Mihemed daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Em siyaseta PDK`ê û sûcên li dijî gelê me pêk tîne şermezar dikin, ji van kiryaran lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ku bi fermana dewleta Tirk a faşîst e ku şerê gelê me û şoreşa wan dike. Her wiha her tim êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal, Mexmûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Li aliyekî din jî siyaseta înkarkirin û qirkirinê li dijî gelê me yê berxwedêr dide meşandin."

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk a faşîst bi sûcên li dijî gelê me pêk tîne sînordar nema, lê perspektîf da rayedarên hikumeta herêma Kurdistanê ku dîwar di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ava bike, da ku vîna gelê me têk bibe û rihê berxwedanê yê wan bişkîne."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker, her du rayedarên hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî vexwend serdana Tirkiyê ku roleke kirêt di doza kurd de dilîzin û li ser wê bazaran dikin. Da ku li dijî Tevgera Rizgariyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê lihevkirinên veşartî pêk bînin.

Di daxuyaniyê de hat gotin armanc ji lêkirina dîwarê; ferzkirina ambargoyê li ser Şengalê, şikandina vîna gelê wê ye lê hat destnîşankirin ku vîna gelê herêmê ji komployan xurttir e.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hikumeta Başûrê Kurdistanê nekare Başûrê bi tena serê xwe birêve bibe. Ji ber wê dest bi talankirina muçeyên karmendan kir û kirin bankên Ewropa û Amerîkayê da ku pêşeroja malbata xwe dabîn bikin. Ew nikare zîhniyeta xwe kole û ya bi dewleta Tirk re biguherîne.”

Di daxuyaniyê de bang li gelê Başûrê Kurdistanê jî hat kirin ku li hember lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de, ji bo parastina destkeftiyên xwe û dengê xwe bigihînin qadan navneteweyî, li ber xwe bidin û serî hildin.

Di daxuyaniyê de siyasetên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê yên li dijî gelê Şengalê, hevkariya PDK`ê ya pê re hatin şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Meclisa Ewlehiyê û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku lêkirina dîwar rawestînin û bêdengiya wan li hember vê siyasetî hat şermezarkirin.

(eh)

ANHA