PYD`ê banga sekinandina li hember êrişên qirkirinê kir

PYD`ê bang li gelê Kurdistanê û hemû hêzên şorşeger ên cîhanê kir ku li hember êrişên qirkirinê yên dagirkeriya Tirk helwesteke hevpar nîşan bidin.

PYD`ê banga sekinandina li hember êrişên qirkirinê kir
18 nîsan, 2022   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişeke berfireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da raya giştî û tê de got: “Hemwextî zêdekirina êrişan li ser gundên Til Temir û Zirganê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, artêşa Tirk a dagirker mijûlbûna cîhanê bi şerê Rûsya û Ukraynayê re wek fersend dît û vê sibê bi çekên giran, helicopter û balafirên F-4 û F-14 êrişî herêmên Girê Reş, Zap, Avaşîn û Metînayê kir. Bi vê yekê hemû nirxên mirovî û exlaqî binpê dike.

Piştî serdana Mesrûr Barzanî ji Tirkiyê re û hevdîtina bi Erdogan û serokê îstixbaratê Hakan Fîdan re û bi nêzîkbûna salvegera komkujiyên Ermenan ev êriş pêk hat.

Artêşa Tirk plan dike ku bi rêya helîkopteran hêzên xwe li herêmê belav bike û piştre ji aliyê bejahî ve bi pêş keve û Kurdistanê parçe bike.

Dewleta Tirk bi hevkariya bi PDK`ê re armanc dike ku şer û fitneyê di navbera Kurdan de derxîne, li aliyekî din jî dixwaze binkeftin û aloziya xwe ya hundirîn derxîne derve.

Em van êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin. Çiqasî dewleta Tirk a dagirker êrişan pêk bîne jî, dê bi sernekeve û nikare vîna gelê Kurd têk bibe. Dê dewleta Tirk mîna her carê bi bin keve.

Em bang li gelê Kurdistanê û hemû hêzên şoreşger ên cîhanê dikin ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker helwesteke hevpar nîşan bidin û êrişan şermezar bikin.”

 (şx)