Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê têkildarî tundiya li dijî jinan semînerek da

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê ji bo têkoşîna li dijî cureyên tundiya li ser jinan, bi dirûşma “Na ji tundiya li ser jinan re” semînereke organîze kir. Di semînerê de dozên tundiyê û bandorên wê yên li ser civakê hatin şîrovekirin.

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê têkildarî tundiya li dijî jinan semînerek da
18 nîsan, 2022   12:02
HESEKÊ

Semîner li hola Meclisa Qanûnsaz a li avahiya Rêveberiya Sivîl a herêma Tebqayê li dar ket. Gelek jinên bajêr, endamên rêveber ên saziyên sivîl û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya di semînerê de hazir bûn.

Di semînerê de şêwirmenda Meclisa Sivîl a bajarokê Cirniye Viyan Yusif axivî û got: “Dozên kuştin û tundiya li dijî jinan zêde bûne, ji ber nezanbûna civakê. Jin li her derê rastî tundî û fişarê tên, çi yên civakî yan jî aborî yan jî derûnî.”

Viyan di axaftina xwe de sedemên vê yekê vegerand zîhniyeta baviksalar ku hîna di civakê de serwer e û jinan biçûk dixe û wiha domand: “Divê ev doz ji bingehê ve were çareserkirin da ku hevsengî di civakê de pêk were. Fkir û perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên der barê jin û malbatê de, fikrên herî rast in.”

Viyan Yusif pêwîstiya çareserkirina sedemên tundiya domdar a li dijî jinan destnîşan kir û got: “Heta niha li dijî zêdetirî 100 jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tundî, kuştin û destavêtin pêk hatiye.”

Viyan bang li komîteyên lihevanînê yên têkildarî kar û barên malbatan kir ku li hember tundiya li dijî jinan bisekinin û wê tune bikin, kevneşopên rê li pêşiya tevlêbûna jinan di civakê de digirin, red bikin.

(şx)

ANHA