​​​​​​​Hemwextî topbaranê li asîmanê Zirganê tevgera balafirên Tirkiyê heye

Di van kêliyan de balafirên bê mirov ên bi çek ên dagirkeriya Tirk li ser navçeya Zirganê û gundewarê wê digerin. Tevgera balafiran hemwextî topbarana li ser navçeyê pêk tê.

​​​​​​​Hemwextî topbaranê li asîmanê Zirganê tevgera balafirên Tirkiyê heye
18 nîsan, 2022   07:57
HESEKÊ

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku balafirên bê mirov ên bi çek ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de li asîmanê navçeya Zirganê û gundewarê wê digerin. Hemwextî wê gundewarên bakur û rojavayê navçeyê rastî topbaranê tên.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji şeva din ve bi çekên giran navenda navçeya Zirgqanê û gundên Esediyê, Xidrawî, Dada Ebdal, Ribêat û Xirbet Şeîr yên girêdayî navçeyê, topbaran dikin û vê sibehê topbaran dijwartir bû.

(cx)

ANHA