​​​​​​​Rojnameyên erebî: Endamên parlamentoya Yemenê li Endenê ne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine têkildarî rewşa Yemenê, aloziya Lîbyayê û dosyaya diyarkirina sînorên Lubnan-Îsraîlê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Endamên parlamentoya Yemenê li Endenê ne
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Endamên parlamentoya Yemenê li Endenê ne
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Endamên parlamentoya Yemenê li Endenê ne
18 nîsan, 2022   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ENDAMÊN PARLAMENTOYA YEMENÊ LI EDENÊ NE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Yemenê nivîsî: “Endamên parlamentoya Yemenê û endamên hikumetê û Meclisa Şêwirê duh gihîştin Edenê ku tê payîn Meclisa Serokatiyê vegere bajêr. Tê payîn ku rûniştina sondxwarinê bê lidarxistin û hikumet were erêkirin. Bi vê yekê desthilat ji serokê Yemenê yê berê Ebid Rebo Mansûr El-Hadî tê girtin.”

‘JI BO ZEXTA LI SER ROJAVA, HEFTER PIŞTGIRIYÊ DIDE HIKUMETA BAŞAXA’

Têkildarî rewşa Lîbyayê jî rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Aliyên siyasî yên lîbyayî diyar dikin ku biryara qebîleyên Lîbyayê yên rawestina hilberandin û firotina petrolê, tedbîreke fermandarê giştî yê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter e, ji bo piştgiriya hikumeta nû ya bi serokatiya Fethî Başaxa.”

Aliyên siyasî diyar kir ku Hefter berê heman tedbîr li dijî Başaxa bi kar anîbû, lê di dawiyê de daxwazên wî nehatin pêkanîn û neçar ma ku ji nû ve petrolê berde.

Hefter hewl dide bi rêya naskirina hikumeta hevalbendê xwe Fethî Başaxa, zextê li welatên rojava bike û rewşa xirab a li seranserê cîhanê bi kar tîne. Lê bi vê gavê wekî dijminê berjewendiyên Amerîka û Ewropayê xuya dike, bi wê re dê aliyên navneteweyî wî wek aliyekî çareseriyê li Lîbyayê qebûl nekin. Nexasim ku têkiliyên wî yên bi Rûsyayê re jî aloz in.”

`XÊZKIRINA SÎNORAN DI NAVBERA LUBNAN Û ÎSRAÎLÊ DE`

Têkildarî xêzkirina sînoran di navbera Lubnan û Îsraîlê de, rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Analîzvanê stratejiyê yê amerîkî û ji avakarên ‘Middle East Research Center’ Nicholas Nou got dan û standinên di navbera Îsraîl û Lubnanê de hindik maye têk biçin. Her wiha diyar kir ku navbeynkarê amerîkî yê xêzkirina sînoran di navbera Lubnan û Îsraîlê de, Amos Hochstein bi pêşniyara xwe ya tevlêkirina Îsraîl û Lubnanê di zeviya Qanayê de, derfeta pêkanîna peymanekê ji holê rakir. 

Di encamê de navbeynkarê amerîkî Lubnan bi dû vebijêrkan re rû bi rû hişt; yan însiyatîfa xeta xwar a paralelî xeta 32’yan qebûl bike ku ji zevîya Qana pêk tê yan jî dan û standinan rawestîne.”

(cx-şx)