​​​​​​​Aktîvîstekî siyasî: Piştî her hevdîtineke rayedarên Başûr û Tirkan êriş zêdetir dibin

Aktîvîstê siyasî yê Kurd Dilşêr Avesta têkildarî hevdîtina dawîn a serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan got piştî her hevdîtineke wan êrişên li dijî Kurdan zêdetir dibin.

​​​​​​​Aktîvîstekî siyasî: Piştî her hevdîtineke rayedarên Başûr û Tirkan êriş zêdetir dibin
18 nîsan, 2022   08:19
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Piştî 3 rojan ji hevdîtina Mesrûr Barzanî, Receb Tayyîp Erdogan û serokê MÎT`a Tirk Hakan Fidan a di 15`ê Nîsanê de li Stenbolê, dewleta Tirk a dagirker êrişeke berfireh li dijî hêzên gerîla û destkeftiyên Kurdan da destpêkirin.

Aktîvîstê siyasî Dilşêr Avesta têkildarî mijarê got: “Ne bawer im ku di hevdîtinê de tu encamên baş ji bo gelê Kurdistanê hebin. Ger em bibêjin protokolên heyî ne zêde girîng in û ne hêja ne ku em behsa wan bikin. Lê gelo ji vê hevdîtinê çi encamên baş derketin an jî dê li ser asta Kurdistanê di dema nêz de çi pêk were?”

Dilşêr Avêsta diyar kir ku piştî her hevdîtineke wan êriş û dijminatiya dewleta Tirk a dagirker li dijî her çar parçeyên Kurdistanê û gelê wê zêdetir dibe.

Dilşêr Avêsta destnîşan kir ku nebûna ala Başûrê Kurdistanê û rûniştina Mesrûr Barzanî li pêşberî Hakan Fîdan, dide xuyakirin ku Mesrûr Barzanî yek ji karmendên wî ye û li benda perspektîfan e.

Dilşêr Avêsta wiha dewam kir: “Ji ber ku ew serdaneke fermî bû, ne ya malbatekê bû, diviyabû ala herêma Kurdistanê li kêleka ala komara Tirkiyê hebûya û Mesrûr Barzanî li kêleka Erdogan rûnişta. Ev jî ne cara yekê ye ku derdikeve pêş, ev yek dem bi dem dubare dibe.”

Dilşêr Avêsta di dawiya axaftina xwe de ev pirs kir: “Kesên ku ew al pîroz dikir, çima deng ji wan dernakeve?”

 (eh)

ANHA