​​​​​​​Fernaz Etiye: Têkoşîna PKK'ê rewa ye, divê Tirkiyê bikeve lîsteya terorê

Lêkolînera zanistên siyasî Fernaz Etiye, diyar kir ku xistina navê PKK'ê di ''lîsteya terorê'' de mijareke siyasî ye û ne qanûnî ye. He wiha got, li şûna PKK'ê ya ku ji bo projeya neteweya demokratîk têkoşîn dike, divê Tirkiyê bikeve lîsteya terorê.

​​​​​​​Fernaz Etiye: Têkoşîna PKK'ê rewa ye, divê Tirkiyê bikeve lîsteya terorê
18 nîsan, 2022   04:08
NAVENDA NÛÇEYAN-LÎLAV DÊWANÎ

Li ser daxwaz û zexta dewleta Tirk, Almanya di sala 1993'yan û Îsraîl, Fransa, Brîtanya û Amerîkayê di sala 1997'an de PKK'ê xistin 'lîsteya terorê'' ya Yekitiya Ewropayê.

Însyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî, ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê 13'ê Kanûna 2021'an kampaniyeke ragihand. Ji 30 dewletan zêdetirî hezar kesayetên navdar beşdarî kampanyayê bûn.

Lêkolînera zanistên siyasî ya ji Misirê Dr. Fernaz Etiye diyar kir ku dewletên komploger ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî taybet li Rojhilata Navîn navê PKK'ê xistin lîsteya berjewendiyên şovenist "lîsteya terorê " û wiha domand: "Ji ber ku Amerîka û Ewropayê li Rojhilata Navîn xwedî berjewendî ne, her yek ji wan dewletan dixwaze berjewendiyên xwe bi cih bînin û rewşê li gorî xwe amade bikin. Ev dewletan ji bo berjewendiyên xwe yên hevbeş piştgirî dan Tirkiyê."

Lêkolînera misirî, xistina navê PKK'ê di ''lîsteya terorê'' de weke biryareke siyasî ne qanûnî û bê sedem bi nav kir û got:" Tu girêdana PKK'ê bi terorê ve nîne û tu karên terorî nekiriye mîna ku hin alî îdia dikin. Het wiha tu hincet û sedemên wan jî tune ne ku vê partiyê di "lîsteya terorê" de bihêlin. Hincetên berê jî bê bingeh bûn, lê ji bo pêkanîna berjewendiyên diyarker ên wan dewletan bû."

Fernaz Etiye destnîşan kir ku çalakiya PKK'ê tenê ji bo misogerkirina mafên Kurdan e û wiha axivî: "PKK'ê bi tu kiryarekî xirab û teqînan ranabe, lê parastina doz û mafên gelê Kurd dike. PKK'ê partiya yekem e ku li gorî neteweya demokratîk banga jiyana hevbeş a aştiyane dike ku wekheviyê misoger dike."

''TIRKIYÊ KIRYARÊN TERORÎ DIKE''

Fernaz Etiye sîstema Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke mînak anî ziman û got:" Sîstema Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstemeke federal e û nimuneyeke serkeftî ji neteweya demokratîk e. Tevgera PKK'ê ya rast, li dijî îdiayên dewletên rojava û Tirkiyê yên terorê ye, ev tişt ne rast e, ji bo berjewendiyên xwe PKK'ê li Rojhilata Navîn reş dikin."

Fernaz Etiye der barê destwerdana dewleta Tirk di karûbarên dewletan de got: "Li şûna PKK'ê divê Tirkiyê bikeve lîsteya terorê. Tirkiyê bi xwe kiryarên dewleta terorî pêk tîne, tu kes dengê xwe nake, li gor xwe zarokan dikûje û bi çek dike, wan ji Sûriyê dişîne Azerbeycan, Lîbya û deverên din da ku xizmeta berjewendiyên Tirkiyê bikin."

Fernaz Etiye bi domdarî got:" Ev rewş diyar dike siyasetek xizmetên hevbeş tê meşandin, tu pîvanên rast tune ne. Partiya Karkerên Kurdistanê di demekê de têkoşîna çekdarî da meşandin. Li vit divê em bi bîr bînin ku birêz Ocalan gelek caran banga diyalog û aştiyê li Tirkiyê kiriye, da ku mafên Kurdan misoger bike. Lê Tirkiyê her car paşde diçû û li xweşiya wê nedihat ku mafên Kurdan bide wan."

KAXEZÊN ZEXTÊ

Lêkolîner Fernaz Etiye têkildarî çareserkirina doza kurdî û rakirina qedexeya li ser PKK'ê wiha got: "Pêwîstiya Kurdan bi kaxzekê zextê li ser Tirkiyê û civata navneteweyî û dewletên xwedî berjewendî li Sûriyê û Rojhilata Navîn û dewletên din ên ku Kurd lê dijîn, hene da ku doza xwe biparêzin û partî ji lîsteyan bê derxistin."

Lêkolînera zanistên siyasî Dr. Fernaz Etiye di dawiyê de got:" Mixabin ji rewşa cîhanê re ku ji bilî zimanê hêzê tiştek din nas nake. Hêza nerm ew e ku çeka te û zimanê te xurt bin. Dema ku kaxezên te hebin tu dikarî zextê bikî, tev li lîstoka siyasî bibê û armancan pêk bîne."

(şt)

ANHA