Şêniyên Kobanê şehîd Canfeda oxir kir

Şêniyên Kobanê cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm Mihemed (Canfeda) li Goristana Şehîd Dicle spatin axê.

Şêniyên Kobanê şehîd Canfeda oxir kir
17 nîsan, 2022   13:43
KOBANÊ

Di merasîma oxirkirinê de bi sedan şêniyên herêma Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser ên herêmê, civaka sivîl, hêzên leşkerî û partiyên kurd amade bûn.

Bi sedan şêniyan li goristana Şehîd Dicle,cenazeyê şehîd Canfeda bi diruşmên silavkirina şehîd pêşwaz kir.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka Komîteya Lihevanînê ya herêma Firatê Sultane Hemdî axivî û wiha got: "Şehîd rastiya vî gelî ne. Ji ber di oxira paratina vî gelî û xakê de canê xwe didin. Şerê li dijî me tên kirin, şerê hebûn û nebûnê ye."

Sultane Hemîd da zanîn ku di dirêjahiya dîrokê de gelek şoreşên Kurd li dar ketin û wiha domand: "Lê dijminên gelê Kurd ew şoreş têk dibirin, lê îro Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku ji Kobanê dest pê kir, dijmin nikare wê têk bibe, ji ber bi saya keda şehîdan pêk hat."

Di merasîmê de, endamê Desteya Dîsplînê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Nûh wiha got: "Şehîd rastiyên me ne û bi saya wan em li ser vê xakê bi azad  û rûmet bijîn. Em deyndarên şehîdan in, ji ber ku li ser rêya azad bûn û divê em li ser rêya wan bin. Dijminê gelê Kurd bi şev û roj ji bo tunekirina me dixebite, lê fedekariyên şehîdan û têkoşîna wan bersiva me li dijî dijmin bû."

Piştî axaftinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Hêvîn Mişo wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir, dûvre cenaze di nava tilîliyên dayikan de hate veşartin.

Şehîd Îbrahîm Mihemed (Canfeda) di 15’ê vê Nîsanê dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, li Kobanê şehîd bûbû.

(fr)

ANHA