Li gelek bajaran şehîd Ezîz Ereb hat bibîranîn

Li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd Ezîz Ereb hate bibîranîn. Bavê şehîd Ezîz Ereb, Hesen Şêx Hesen got: "Ger em rêya şehîd Ezîz û hemû şehîdên azadiyê bişopînin ew ê serkeftin mîsoger be."

Li gelek bajaran şehîd Ezîz Ereb hat bibîranîn
Li gelek bajaran şehîd Ezîz Ereb hat bibîranîn
Li gelek bajaran şehîd Ezîz Ereb hat bibîranîn
Li gelek bajaran şehîd Ezîz Ereb hat bibîranîn
Li gelek bajaran şehîd Ezîz Ereb hat bibîranîn
Li gelek bajaran şehîd Ezîz Ereb hat bibîranîn
Li gelek bajaran şehîd Ezîz Ereb hat bibîranîn
Li gelek bajaran şehîd Ezîz Ereb hat bibîranîn
Li gelek bajaran şehîd Ezîz Ereb hat bibîranîn
Li gelek bajaran şehîd Ezîz Ereb hat bibîranîn
Li gelek bajaran şehîd Ezîz Ereb hat bibîranîn
17 nîsan, 2022   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya salvegera 36'an a şehadeta Ezîz Ereb, merasîm hatin lidarxistin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê şehîd Ezîz Ereb li Goristana Şehîdan bi bîr anîn. Endamên Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meclisên rêveber û qanûnsaz ên Tebqayê, malbatên şehîdan û saziyên sivîl û leşkerî tev li merasîma bibîranînê bûn.

Destpêka merasîmê şervanên QSD`ê toreneke leşkerî li dar xist, piştre bavê şehîd Ezîz Ereb axivî û got: "Kurê min ji pîvanên mirovahiyê hez dikir, lewma tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû û min jî ew teşwîqî vê xetê kir, ji ber ku tevgereke neteweyî ye û li ser bingeha exlaq, biratiya gelan û rizgarkirina wan ji qeyd û bendên bindestiyê hatiye avakirin."

Hesen Şêx Hesen ev li axaftina xwe zêde kir: "Divê hemû şervanên tevgerê rêya şehîd Ezîz û hemû lehengên niştimanparêz bişopînin, ji ber ku rastî ji çewtiyê cuda kirin û  tê koşiyan, her wiha parastina mafên gelan kirin. Ger em rêya şehîd Ezîz û hemû şehîdên azadiyê bişopînin serkeftin dê para me be."

Piştre malbata şehîd Ezîz mûm li pêşiya wêneyê wî vêxistin û li ser jiyana şehîd sînevîzyonek hate nîşandan.

Cîgirê Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cahîd Hesen nameya şehîd Ezîz Ereb xwend. Merasîm bi sloganên "Berxwedan jiyan e û şehîd namirin" bi dawî bû.

MINBIC

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic û Gundewarê wê merasîmê salvegera şehîd Ezîz Ereb û şehîd Rojîn Ereb li dar xist. Endamên meclisê, saziyên Rêveberiya Xweser a Sivîl a Demokratîk tev li merasîmê bûn.

/ar/uploads/files/2022/04/17/124530_mhmd-alshykh.webp

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El-Şêx axivî û îşaret bi jiyana her du şehîdan kir û got: "Şehîd Ezîz Ereb û Rojîn Ereb ji bo azadiya gelê bindest tê koşiyan. Şehîd Ezîz Ereb piştî azadî, wekhevî û demokrasî di partiya rêber Ocalan de, dît tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûne."

Piştre li ser jiyana şehîd Ezîz Ereb û Rojîn Ereb sînevîzyonek hate pêşandan û nameyên wan hatin xwendin.

DÊRAZOR

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê merasîma bîranîna şehîd Ezîz Ereb li qada Meclisa Leşkerî ya Hecînê li dar xist. Bi dehan rûspiyên êlan, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî û malbatên şehîdan beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2022/04/17/124556_jabr-almkhlf-.webp 

Di merasîmê de bi navê Meclisa Herêma Rojhilat Ebdulqehar El-Ebid El-Ehmed, berdevkê Meclisa Leşkerî Hogir Mihemed, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Cabir El-Mixlef, Nivîsgeha Leşkerî Şemlan El-Şemlan axivîn.

/ar/uploads/files/2022/04/17/124629_shmlan-alshmlan-.webp

Axêveran destnîşan kir ku şehîdan, ji bo pêkanîna biratiya gelan pirek ava kir û soza şopandina rêya şehîd Ezîz Ereb û şehîdên da.

/ar/uploads/files/2022/04/17/124614_rakan-alfryh.webp

Di dawiya merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê Rakan El-Ferîc kurtejiyana şehîd Ezîz Ereb û nameya wî xwend.

TIL HEMÎS

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê, şehîd Ezîz Ereb  di salvegera 36`a a şehadeta wî de bi merasîmekê li goristana Şehîdan bi bîr anî. Endamên saziyên civaka sivîl û şêniyên navçeyên Til Birak û Til Hemîsê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Mîdya Mihemed axivî û fedakariyên şehîdan silav kir û got: “Bi saya şehîdên mîna Ezîz Ereb em jiyaneke rûmet dijîn.”

Beşdarên merasîmê soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadî û demokrasiyê da.

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku şehîd Nadir Şêx Hesen (Ezîz Ereb) yekemîn ciwanên pêkhateya Ereb e ku sala 1983`yan tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûye û di 17`ê Nîsana 1986`an de şehîd bûye.

(eh-şx)

ANHA