Rûsya: Zêdetirî hezar çeteyên biyanî li Ukraynayê hatine kuştin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan kargeheke cebilxaneyê li nêzî Kîevê rûxandiye. Her wiha got ku di operasyona wê ya li Ukraynayê de zêdetirî hezar çeteyên biyanî hatine kuştin.

Rûsya: Zêdetirî hezar çeteyên biyanî li Ukraynayê hatine kuştin
17 nîsan, 2022   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Konashenkov vê sibê ragihand ku şeva din kargeheke ceblixaneyê ya li derdora bajarê Brovary yê Kîevê bi moşekan hatiye rûxandin.

Konashenkov teqez kir ku hêzên hewayî yên Rûsyayê 68 baregehên leşkerî yên Ukraynayê rûxandine.

Li gorî Konashenkov, baregehên ku hatine rûxandin wiha ne; 4 navendên leşkerî, alavên şer ên hêzên hikumeta Kîevê, her wiha gelek wesayîtên leşkerî, panzer û erebeyên veguhestina leşkeran hatine rûxandin û zêdetirî 50 leşker hatine kuştin.

Konashenkov her wiha teqez kir ku duh bi şev pergalên parastinê yên Rûsyayê 10 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Her wiha diyar kir ku hikumeta Kîev ji 24`ê Sibatê ve, 6 hezar û 824 çeteyên biyanî yên ji 63 dewletan anîne Ukraynayê.

Konashenkov got: “Di şer de hêzên Rûsyayê hezar û 35 çeteyên biyanî kuştine û 912 çeteyên beşdarî şer nebûn, ji welat reviyane.”

(şx)