QSD: Şervanên me li herêmên tu çalakî li dar nexistin

QSD`ê îdiayên dewleta Tirk a dagirker yên têkildarî şehadeta 13 şervanên wan li herêmên dagirkirî şehîd bûne derewandin û got: “Şervanên me tu çalakî li dar nexistin û tu şervanên me şehîd nebûne.”

QSD: Şervanên me li herêmên tu çalakî li dar nexistin
17 nîsan, 2022   12:35
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ku şervanên wan li herêmên dagirkirî çalakiyek li dar xistiye û di encamê de 13 şervan şehîd bûne, daxuyanî da û got: “Ev îdia ne rast in. Şervanên me di rojên dawîn de tu çalakî li dar nexistin. Tu şervanên me şehîd nebûne.”

Navendê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di çend rojên dawîn de êrişên xwe zêde kirin, bi taybet li dijî jîngehan û dema Xiristiyanan Cejna Paskalayê pîroz dikir gundên Til Temirê topbaran kirine.

QSD`ê her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi belavkirina derewan dixwaze binpêkirinên mafên mirovan binixumîne.

(şx)

ANHA