Çalakiyên Ii dijî îxanetê; PDK`ê ji bo berjewendiyên xwe doza kurdî firot

Şêniyên navçeya Tirbespiyê û Yekitiya Jinên Ciwan xiyaneta PDK`ê û hevkariya wê bi dagirkeriya Tirk re, her wiha lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de şermezar kir û soza mezinkirina têkoşînê li hember xiyanetê da.

Çalakiyên Ii dijî îxanetê; PDK`ê ji bo berjewendiyên xwe doza kurdî firot
17 nîsan, 2022   11:33
QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê daxuyanî da û tê de hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir ku amadekariya êrişan li dijî Başûrê Kurdistanê dike.

Endama rêveber a yekityê Rîda Omer daxuyanî xwend. Yekitiyê di daxuyaniya xwe de: “Li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên parastinê yên Medyayê ku ji 23`yê Nîsana 2021`an ve berdewam in û tê de çekên qedexekirî bi kar anîn, PDK`ê hevkariya wê dike û li dijî gelê kurd derdikeve.”

Yekitiyê daxuyand ku ev yek nîşan dide ku PDK`ê ji bo berjewendiyên xwe doza kurdî frotiye û rê daye ku dewleta Tirk êrişî gerîla bike.

Yektiyê diyar kir ku PDK`ê bi vê hevkariya xwe ya istixbaratî û leşkerî bi dewleta Tirk re û dayîna kemînan li pêşiya gerîla re, xiyanet li gelê Kurd û doza wî kir.

PDK`ê di 28-29`ê Tebaxa 2021`an de li herêma Xelîfanê kemînek danî pêşiya 7 gerîleyan. Di encamê de 5 gerîla şehîd bûn, tê texmînkirin ku gerîlayek dîl hatiye girtin û gerîlayek vegeriya baregeha xwe.

Yekitiyê di daxuyaniyê de têkildarî hevkariya PDK, dewleta Tirk û hikumeta El-Kazimî, her wiha serdana Mesrûr Barzanî ji Tirkiyê re got: “Aramanca wan tunekirina tevgera rizgariya Kurdistanê û fikrê rêber Abdullah Ocalan e.”

Yekitiya Jinên Ciwan di dawiyê de hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û xiyaneta wê ya li doza gelê Kurd û gelên herêmê şermezar kir û soza pûçkirina hewldanên parçekirina Kurdistanê û mezinkirina têkoşînê heta bidawîkirina xiyanetê û dagirkeriya li ser Kurdistanê da.

CIVÎN

Meclisa Navçeya Tirbespiyê îro bi armanca nîqaşkirina rewşa siyasî û lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de li hola Siyahî civînek li dar xist. Di civînê de endamê rêveber ê Meclisa Navçeyê Sîpan Mihemed axivî û behsa geşedanên dawîn ên siyasî yên li herêmê kir.

Sîpan Mihemed destnîşan kir ku armanca hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re û lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de, hewldaneke nû ya tunekirina doza kurdî ye.

Sîpan Mihemed daxuyand ku ji ber ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê rizgarkirina gelên herêmê û avakirina civakeke demokratîk ji xwe re kiriye armanc, dewletên dagirkerên Kurdistanê bi rêya hedefgirtina tevgerê hewl didin civakan parçe bikin û wê kontrol bikin. Ji ber van sedeman bi hemû rêbazan hewl didin projeya demokratîk a li herêmê têk bibin.

Di dawiyê de endamê rêveber ê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Sîpan Mihemed bal kişand ser şerê Ukrayna û Rûsyayê û got: “Ew encama nakokiya dewletên kapîtalîst a li ser berjewendiyan e. Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de behsa girîngiya avakirina civakên demokratîk û azad kir. Lê piştî ku gelên cîhanê xwedî li fikrên wî derketin, van dewletan tecrîdeke giran lê ferz kir.”

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6Kxep6oVfYY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>