Li dijî avahiya HDP`ê ya li Çûkûrovayê êrişa nîjadperestan

Li Çûkûrovayê ya Tirkiyê li dijî avahiya HDP'ê êrişeke nîjadperest pêk hat. Di êrişê de ziyanên madî di avahiya partiyê de çêbûn.

Li dijî avahiya HDP`ê ya li Çûkûrovayê êrişa nîjadperestan
17 nîsan, 2022   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê, hinek kesên nasnameya wan nehat zanîn êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çukurovayê kirin. Di encama êrişê de alayên HDP’ê hatin şewitandin û tabelaya avahiya partiyê hate jêkirin. Di êrişê de ziyan gihişt avahiya partiyê.

Heta niha jî têkildarî êrişê kesek nehatiye destgîrkirin.