Şerq El-Ewsat: Hikumeta Şamê herêmên wêrankirî ji nû ve ava nake

Rojnameya Şerq El-Ewset diyar kir ku hikumeta Şamê ji nû ve avakirina avahiyên di şer de wêran bûne red dike û li şûna wan dixwaze "avahiyên nû" ava bike.

Şerq El-Ewsat: Hikumeta Şamê herêmên wêrankirî ji nû ve ava nake
17 nîsan, 2022   10:54
NAVENA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameyê, hikumeta Şamê li herêmên wêrankirî ji nû ve avakirinê red dike û dixwaze li derveyî wan herêman an li derdora wan "avahiyên nû" ava bike û niştecihên herêmên wêrankirî di wê rewşê de bi tenê bihêle.

Rojnameyê behsa pêşniyarên ji bo hikumeta Şamê hatine kirin, kir ku taxên rojhilatê bajarê Helebê bi fînansa hin welatên Ereban û herêmî ava bike, lê  hikumeta Şamê ew yek red kir û dixwaze avahiyên nû çêke.

JI BER ŞER, HERÊM WÊRAN BÛN Û BI HEZARAN KES KOÇBER BÛN

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve ji Adara 2011`an ve gelek bajarên Sûriyê ji wan gundewarê Şamê, Heleb, Hema û Hums veguherîn qadên şerê dijwar di navbera komên çekdar, çeteyan, hêzên hikumeta Şamê û hevalbendên wê, Rûsya û Îranê de. Di encamê de bi hezaran sivîl koçber bûn û binesaziya bajaran wêran bû.

(eh)