Rûsyayê li nêzî Kîevê kargeheke tankan topbaran kir

Moskovê ragihand ku îro hêzên wê kargeheke tankan a li nêzî Kîevê topbaran kiriye. Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî diyar kir ku serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û wezîrên karên derve û yê parastinê yên Brîtanyayê xistine lîsteya qedexeyê ya Rûsyayê.

Rûsyayê li nêzî Kîevê kargeheke tankan topbaran kir
16 nîsan, 2022   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`yê hêzên Rûsyayê kargeheke tankan a li nêzî Kîevê kir hedef.

Piştî ku keştiya şer a Rûsyayê ‘Moskva’ li Deryaya Reş bi êrişeke moşekan hate teqandin, Rûsyayê ev êriş pêk anî.

Li gorî AFP’ê ku agahiyên xwe dispêre şaredarê Kîevê Vitali Klitschko, têkildarî windahiyan agahî bi dest neketine.

Li gorî tora Rûsya El-Yewm Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku wê serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û wezîra karên derve Elizabeth Truss û wezîrê parastinê Ben Wallace xistine lîsteya qedexeyê ku nabe derbasî Rûsyayê bibin.

(şx)