Li Cerablusê jineke Kurd ji aliyê MÎT`ê ve hat revandin

MÎT`a Tirk a dagirker jineke Kurd a ji gundê Mosako yê navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî li bajarê Cerablusê yê dagirkirî revand.

Li Cerablusê jineke Kurd ji aliyê MÎT`ê ve hat revandin
16 nîsan, 2022   12:34
ŞEHBA

Çavkaniyan ji kantona Efrînê ya dagikirî ragihand ku MÎT`a Tirk welatiya bi navê Sîlda Kemal Şêxo (27) ya ji gundê Mosako yê navçeya Raco ya Efrînê ku li bajarê Cerablusê bû, revandiye.

Li gorî çavkaniyan, Sîlda beriya demekê ji bo derbasî Tirkiyê bibe, berê xwe dabû Cerablusê.

Li gorî heman çavkaniyê Sîlda diya 5 zarokan e û nexweşiyeke giran pê re heye.

(eh)

ANHA