Ji bo bîranîna şehîdên Pêngava Gurzê Gelan 121 dar hatin çandin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê bi hevkariya Partiya Kesk a Kurdistanê, îro hemleya çandina daran organîze kir û ji bo bîranîna şehîdên Pêngava Gurzê Gelan 121 dar li goristana şehîdan a li bajêr hatin çandin.

Ji bo bîranîna şehîdên Pêngava Gurzê Gelan 121 dar hatin çandin
Ji bo bîranîna şehîdên Pêngava Gurzê Gelan 121 dar hatin çandin
Ji bo bîranîna şehîdên Pêngava Gurzê Gelan 121 dar hatin çandin
Ji bo bîranîna şehîdên Pêngava Gurzê Gelan 121 dar hatin çandin
Ji bo bîranîna şehîdên Pêngava Gurzê Gelan 121 dar hatin çandin
16 nîsan, 2022   11:31
TEBQA

Endamên Partiya Kesk a Kurdistanê, endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê, malbatên şehîdan ên Tebqayê û bavê şehîd Ezîz Ereb Hisên Şêx Hesen tev li hemleya çandina daran bûn.

Beşdarên hemleyê ji bo bîranîna şehîdên Pêngava Gurzê Gelan, 121 şitil li goristana şehîdan çandin.

20`ê Çileya derbasbûyî çeteyên DAIŞ`ê êrişî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê kiribû û di Pêngava Gurzê Gelan de 121 sivîl û şervan şehîd bûbûn.

BAVÊ ŞEHÎD EZÎZ EREB JÎ TEV LI HEMLEYÊ BÛ

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Ezîz Ereb (Nadir Şêx Hesen) ji gundê Meryemînê yê kantona Efrînê ye û sala 1983`yan tev li refên gerîlayan bûbû. Ezîz Ereb 17`ê Nîsana 1986`an şehîd bû. Her wiha di hemleya çandina daran a îro de bavê şehîd Ezîz Ereb jî amade bû.

Li Rojavayê Kurdistanê Ezîz Ereb yekemîn şehîdê ji pêkhateya Ereb e ku tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bûye.

(eh)

ANHA