Meclisa Kantona Girê Spî ajantiya PDK`ê ji dewleta Tirk re şermezar kir

Meclisa Kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê xiyanet û ajantiya PDK`ê ji dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Meclisa Kantona Girê Spî ajantiya PDK`ê ji dewleta Tirk re şermezar kir
16 nîsan, 2022   09:53
EYN ÎSA

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a kanton Girê Spî Mihemed Derwîş daxuyanî li qada Meclisa Kantona Girê Spî ya li navçeya Eyn Îsayê xwend.

Meclisa Kantona Girê Spî di daxuyaniyê de kiryar û siyaseta PDK`ê ya bi serkêşiya malbata Barzanî û hevkariya bi artêşa Tirk a dagiker re ku hewl dide Kurdistanê parçe bike, her wiha şerê gerîlayên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dike, şermezar kir.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Xiyanet û ajantiya PDK`ê hişt ku di destên dewleta Tirk a dagirker de bibe pêlîstokek. Her wiha planên dewletên mêtînger ên bi armanca parçekirina yekitiya gelê Kurd pêk bîne, ji wan lêkirina dîwar û destûrdayîna avakirina baregehên leşkerî yên dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê."

Meclisa Kantona Girê Spî li ser lêkirina dîwar di navbera Şengalê û Rojava de hişyariya da û wiha domand: “Bi lêkirina dîwar hewl dide Kurdistanê parçe bike û vîna gelê Kurd ya li dijî sîstema hikumeta Hewlêr û dewleta Tirk a dagirker bişkîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kiryar û xiyaneta PDK`ê, peymanên parçekirina Kurdistanê yên li ser esasê neteweperest û siyasî û li gorî berjewendiyên dewletên mêtînger û bêparkirina gelan ji serxwebûnê, tîne bîra mirovan.

Meclisê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gelên herêmê kir ku li dijî siyasetên PDK`ê û alîgiriya wê ya bi dewleta tirk A dagirker re serî hilde.

(eh)

ANHA