HPG`ê 4 gerîlayên şehîd bi bîr anîn

HPG`ê 4 gerîlayên ji ber qezayê şehîd bûne bi bîr anîn û got: “Hevrêyên me Sîdar, Mordem, Serbest û Şevger ên fedayîtya xwebûnê ya PKK’ê bi awayekî herî zelal jiyan, erk û berpirsyariyên xwe yên demê pêk anîn.”

HPG`ê 4 gerîlayên şehîd bi bîr anîn
16 nîsan, 2022   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd ev agahî da:

“Di Sibata 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê komek hevalên me, di dema xebateke perwerdehiyê de, bêhemdî teqînek pêk hatiye. Di vê qezayê de hevalên me Sîdar, Mordem, Serbest û Şevger şehîd bûne. Şehadeta ev hevalên me yên ku her yek ji wan fermandarekî fedaî bûn, ji bo me û ji bo gelê me windahiyeke mezin e. Em ê ji şehadeta hevalên xwe yên fedaî tecrubeyan derxînin û soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wan  di Kurdistana Azad de bidin jiyîn.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

/tr/uploads/files/2022/04/16/082949_sidar_xelil.site.webp

 Nasnav: Sîdar Zîlan

 Nav û paşnav: Xelîl Zezrob

 Ciyê jidayikbûnê: Efrîn

 Navê dê û bav: Fatma – Ezîz

  Dîrok û cihê şehadetê: Sibata 2022’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê

/tr/uploads/files/2022/04/16/083017_mordem-rs.webp

  Nasnav: Mordem Êrîş

  Nav û paşnav: Vedat Bîngol

  Ciyê jidayikbûnê: Amed

  Navê dê û bav: Fahriye - Nûsret

  Dîrok û cihê şehadetê: Sibata 2022’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê

/tr/uploads/files/2022/04/16/083037_serbest-brtan.webp

  Nasnav: Serbest Bêrîtan

  Nav û paşnav: Ramazan Can

  Ciyê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Atiye - Alî

  Dîrok û cihê şehadetê: Sibata 2022’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê

/tr/uploads/files/2022/04/16/083056_sevger-hvron.webp

Nasnav: Şevger Hîvron

Nav û paşnav: Mihemed Îdan

  Ciyê jidayikbûnê: Minbîc

  Navê dê û bav: Cîhan - Salih

  Dîrok û cihê şehadetê: Sibata 2022’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyên me Sîdar, Mordem, Serbest û Şevger ên fedayîtya xwebûnê ya PKK’ê bi awayekî herî zelal jiyan, erk û berpirsyariyên xwe yên demê pêk anîn, di serî de ji malbatên xwe yên bi nirx, hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxî dixwazin. Bang dikin ku zêdetir dor li nirxên ku şehîdên me dayî avakirin bibin yek û têkoşînê mezin bikin.”