Welatiyên Rojava li dijî xiyaneta PDK`ê û dagirkeriya Tirk li qadan in

Li ser bangawaziya Meclisa Malbatên Şehîdan ya lidarxistina xwepêşandanan, îro bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê li dijî xiyaneta PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker daketin qadan.

Welatiyên Rojava li dijî xiyaneta PDK`ê û dagirkeriya Tirk li qadan in
Welatiyên Rojava li dijî xiyaneta PDK`ê û dagirkeriya Tirk li qadan in
Welatiyên Rojava li dijî xiyaneta PDK`ê û dagirkeriya Tirk li qadan in
Welatiyên Rojava li dijî xiyaneta PDK`ê û dagirkeriya Tirk li qadan in
Welatiyên Rojava li dijî xiyaneta PDK`ê û dagirkeriya Tirk li qadan in
Welatiyên Rojava li dijî xiyaneta PDK`ê û dagirkeriya Tirk li qadan in
16 nîsan, 2022   10:13
QAMIŞLO

Ji 12`ê Nîsanê ve xwepêşandanên li dijî xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kurdan û tevgera rizgariyê berdewam in.

Li kantonên Hesekê û Qamişloyê gelek xwepêşandan hatin lidarxistin. Tê paytîn ku ev xwepêşandan heta 26`ê Nîsanê berdewam bikin.

Îro jî li ser bangawaziya Meclisa Malbatên Şehîdan, bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê xwepêşandanek kirin û hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re şermezar kirin ku amadekariyên pêkanîna êrişeke berfireh li dijî Başûrê Kurdistanê dike.

Xwepêşandê ji qada şehîd Xebat Dêrik a li rojavayê navçeyê bi dirûşma “Em li dijî xiyanetê li ber xwe bidin û rûmeta xwe biparêzin” dest pê kir. Malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, saziyên civaka sivîl û oldar tev li xweşandanê bûn.

Xwepêşandan li pêşiya sûka navendî ya navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl axivî û destnîşan kir ku dîroka PDK`ê bi xiyanetê dagirtî ye. Cemîl wiha dewam kir: “Ji ber ku piştgiriyê dide siyasetên qirker ên dewleta Tirk ku tunekirina kurdan û dagirkirina axa wan armanc dike.”

Mihemed Cemîl wiha pê de çû: “PDK li dijî gelên Kurdistanê hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike. Rê ji dewleta Tirk a dagirker re vekir ku êrişî Başûrê Kurdistanê û Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medayayê bike. Hemwextî wê, serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyê kir û bi Erdogan re civiya. Ev nîşaneyên hevkariya wê ye.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Narîşan Berekat jî axivî û got: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi doza gelê Kurd bawer in. Ji bo pêkanîna serkeftin û azadiyê bi hezaran ciwan feda kirin.”

Di dawiyê de Narîşan bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember siyasetên qirkirinê serî hildin û têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.

(şx)

ANHA