Hemleya paqijiyê ya TEV-DEM`ê li Qamişloyê berdewam e

Hemleya paqijiyê ya TEV-DEM`ê ku di 28`ê Adarê de dest pê kiriye, li Qamişloyê berdewam e.

Hemleya paqijiyê ya TEV-DEM`ê li Qamişloyê berdewam e
16 nîsan, 2022   09:21
 QAMIŞLO

Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Nivîsgeha Ciwanan a tevgerê û şêniyên taxa Tey a Qamişloyê tev li hemleya paqijiyê bûn.

Beşdarên hemleyê li pêşiya Çerxerêya El-Selam a li rojhilatê Qamişloyê kom bûn, qad û kolanên heta Çerxerêya Şehîd Xalid Osman a li taxa Tey paqij kirin.

Têkildarî hemleyê, şêniyê bi navê Fîgan Elî spasiya TEV-DEM`ê kir û got: “Hemleyên paqijiyê bi tenê têrê nakin. Divê welatî erkên xwe bînin cih û bajarê xwe paqij bihêlin.”

Hemle heta niha li taxên Enteriye, Kanal Siwês, Cumaiye, gundê Um El-Fursan, Nimetlî, herêma Pîşesazî û taxa Tey pêk hatiye.

 (şx)

ANHA