Şêniyên Babê li dijî dagirkeriyê rabûn

Şêniyên bajarokê Tadif ê Babê yê dagirkirî li hemberî kolandina xendeqan ji aliyê artêşa Tirk ve rabûn û xwestin ku artêşa Tirk û çeteyên wê ji xaka Sûriyê derkevin.

Şêniyên Babê li dijî dagirkeriyê rabûn
16 nîsan, 2022   19:01
ŞEHBA

Mîna li Eyn Îsayê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajarokê Tadif ê bajarê Babê yê dagirkirî li dirêjahiya eniyên bi hêzên hikumeta Şamê re dest bi kolandina xendeqan kir.

Çavkaniyan ji herêmê ragihandin ku şêniyên bajarokê li dijî dagirkerî û kolandona xendeqan rabûn.

Bi sedan şêniyên bajarokê Tadifê li ber navenda çeteyan a "Polîsên leşkerî" kom bûn û diruşmeyên şermezakirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker a jihevqutkirina herêmên Sûriyê berz kirin.

Bajarokê Tadif 38 kîlometreyan dikeve rojhilatê navenda bajarê Helebê û 4 kîlometreyan ji bajarê Babê dûr e. Beşek jê di bin serweriya hikumeta Şamê de ye û beşek din di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye.

/ar/uploads/files/2022/04/16/182033_ahaly-mdynh-albab-bwjh-alahtlal-altrky-ala-khlfyh-hfr-khnadq-fy-qrahm-28329.webp

Li gorî çavkaniyan, artêşa Tirk ji gundên Minbicê heta gundên Bab û Şehbayê li eniyên bi hêzên hikumeta Şamê re dest bi kolandina xendeqan kiriye.

Çavkaniyan diyar kir ku artêşa dagirker ji gundê Hezwan ê dagiker ê li beramberî gundê Nêrebiyê yê Şehbayê dest bi kolandina xendeqan kiriye û tê payîn ku li ser rêya Ezaz-Efrînê kolandina xendeqan dewam bike.

Çavkaniyan destnîşan kir ku di mehên derbasbûyî de dewleta Tirk ji navenda bajarê Ezazê heta gundên kantona Efrînê yên dagirkirî dîwanên çemento danîne da ku gundên Ezaz û Efrînê ji hev qut bikin.

Di salên borî de, şêniyên Babê li hemberî siyaset û niyetên dewleta Tirk a dagirker ên qutkirina herêmên bakurê rojavayê bajarê Helebê ji herêmên din xwepêşandan li dar xistin.

Li bajarokê Eyn Îsayê jî artêşa Tirk li eniyên şer heta bi gundên Zirgan û Til Temirê xendeqan dikolin.

ANHA