ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-04-2022
15 nîsan, 2022   23:00

-Şêniyên navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re meşekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi armanca şîrovekirina bendên hevpeymanê û guhdarkirina nêrîn û pêşniyaran, Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi endamên meclisên taxan û saziyên bajarê Hesekê re dicive. Civîn li hola Reşo tê lidarxistin, saet 10:00' an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê şermerzar kirin û destnîşan kir ku eger rola civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî hebûya, dê hesab ji dewleta Tirk xwestibana. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ridwan Silêman girtiyê bi temenê xwe 62 salî ev 31 sal in di zindanên dewleta Tirk a faşist de girtiye, saleke din lê hat birîn. Birayê wî got: “Di 13`ê Nîsanê de careke din Ridwan derbasî hucreya yekkesî kirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Li Tirkiyê ji gotina 'ji îşkenceyê re sifir tolerans’ hatin qonaxekê ku hovîtiyeke temam e. Rêbazên îşkenceyê yên nedîtî tên meşandin. Girtîgehên dewleta Tirk tu carî ev qas nebûbûn cihên bipirsgirêk, heta di dema derbeyên leşkerî de jî. Li gelek zindanan, bi taybetî zindana Amedê, îşkenceyên giran çêbûn, kiryarên hovane kirin lê negihaştibû vê asta hiqûqa dijminahiyê ku îro tê meşandin.

- Ji dema Mele bavê (Mistefa) ve malbata Barzanî belgeya îxanetê bi hêzên dewletên mezin re îmze kir. Naveroka vê belgeyê ew e ku ew nahêlin tu tevgereke kurdî li çar perçeyan bêyî erêkirina wan tev bigere.

KURDISTAN

- Hêzên hikumeta Iraqê û PDK'ê ku di sala 2014'an de ji Şengalê reviyan û xelkê wê di pencên çeteyên DAIŞ'ê de hiştin, niha bi lêkirina dîwarê di navbera wê û Rojava de îdia dike ew ku parastina Şengalê dikin. Lê herêmên sînorî yên din ên di navbera Iraq û Sûriyê de vekirî dimînin. Gelo girîngiya stratejîk a Şengalê çi ye? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ciwan Siko destnîşan kir ku ger navê PKK`ê ji "lîseteya terorê" were derxistin dê li Rojhilata Navîn aştî mîsoger bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskarê Kurd Menan Cafer da zanîn ku PDK’ê weke hêzên Kurdistanî ku parastina Kurdistanê bike nayê hesibandin û got: "Êdî PDK’ê çarenûsa xwe bi dagirkerên Kurdistanê ve girêda ye û ji dijmin xetertir e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kurd dibêjin dizîna mal û milkên gelê kurd sedema sereke ya xizanî û koçberiyê xelkê Başûrê Kurdistanê ye. Her wiha destnîşan kirin ku siyasetên malbata Barzanî mîna siyasetên rejîma Baas a li Iraqê ye û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember wê serî hildin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA